19:18 23 Hezîran 2018
Şewat

Ji bo şewata şevnişiya xwendekaran biryara qedexeya weşanê hate dayin

Youtube
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Derbarê şewata şevnişiya xwendekarên keç a li navçeya Aladaxê ya Edeneyê biryara qedexeya weşanê hate standin ku di encama şewatê de 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê ya Tirkiyê (RTUK) derbarê şewatê de aşkere kir ku heta lêkolîn bidawî bibe, biryara qedexeya weşanê hatiye standin. RTUK di daxuyaniya xwe de dibêje, ji ber derbarê bûyerê de zanyariyên ne rast tên belavkirin, navên kesên ku mirine şaş tên belav kirin û ji ber ku weşan dibe sedema ‘helwest û çalakiyên xerakirina rewşa civakê, ewlekariyê û aramiyê'. Bi vê sedemê jî RTUKê biryara qedexeya weşanê girtiye.

Etîketan:
qedexe, weşan, xwendekar, şevnişî, şewat, RTUK, Aladax, Edene
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de