05:00 20 Sibat 2018
Zindî
    Ahmet Turk

    Turk: AKP kesên ku bîat neke tesfiye dike"

    © Foto: Şaredariya Qiziltepe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20

    Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî ku ji wezîfeyê hat standin hat girtin û şandin girtîgeha Silivriyê. Turk ji Parlamenterê CHPeyî Çam re got: "AKP kesên ku bÎat neke wan tesfiye dike."

    Ahmet Turk û Sirri Sakik
    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştî ku ji wezîfeyê hat standin hat girtin û şandin girtîgeha Silivriyê. Ahmet Turk ji Parlamenterê CHPê Musa Çam ku serdana wî kiribû re got: "AKP kesên ku bîat neke wan tesfiye dike."

    Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Musa Çam li girtîgeha Silivriyê serdana rojnamevan û siyasetmedara kir. Çam li girtîgehê serdana Parlamentera HDPê Nursel Aydogan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û Ahmet Turk kir.

    JI XEYRÎ ÇALAKIYÊN AŞTÎ, BIRATÎ Û AZADÎ TEVLÎ TU ÇALAKIYAN NEBÛME

    Li gorî agahiyên Parlamenterên CHPê Musa Çam Ahmet Turk di axaftina xwe de got: "Ji xeyrî çalakiyên aştî, biratî û azadiyê tevlî tu çalakiyên din nebûm e. Ji ber kemanî û şaşiyan car caran dem hat ku min partiya xwe jî rexne kir. Niha li vir xuya dike, AKP kesên ku bîat neke wî tesfiye dike. Ev pêvajoya paqijkirina rêyekê ye. Beriya referanduma serokatiyê dixwazin gulîstaneke bêstrî ava bikin, lê emê teslîmî vê nebin. Hetanî ku ez li ser xwe bim ez ê tekoşîna vê bidim."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îtiraz li girtina Ahmet Turk hat kirin
    Hasip Kaplan: Ahmet Turk di hucreyê de tê girtin
    Hevjîna Turk: Rewşa tenduristiya wî damîşê şertên girtîgehê nabe
    'Ahmet Turk parsekê aştiyê ye'
    Ahmet Turk şandin Girtîgeha Silivriyê
    Etîketan:
    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Parlamentera HDPê, Parlamenterê CHPê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Nursel Aydogan, Sebahat Tuncel, Musa Çam, Ahmet Turk, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de