03:18 20 Hezîran 2018
Jinên êzidî

6 êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

6 kurdên êzidî ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin.

Berpirsê azadkirina êzidiyên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin Husên Qaidî ragihand ku 6 kurdên êzîdî li derdora bajarê Şingalê ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

Li gor nûçeya BasNewsê kesên hatine rizgarkirin 2 jin û 4 zilam in û hemû jî xelkê gundê Til Qesepê yê Şingalê ne.

2 HEZAR 800 ÊZIDÎ HÎN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE NE

Rayedarê êzidî da zanîn ku ew 6 kurdên êzidî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi alîkariya ofîsa azadkirina kurdên êzîdî hatine rizgarkirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, heta niha bi qasî 3 hezar û 500 kurdên êzîdî di destê DAIŞê de mane ku 2 hezar û 800 kes jî hatine azadkirin.

Bi heman mijarî:

18 jinên kurdên êzidî ji destên DAIŞê hatin rizgarkirin
DAIŞê bi komî zarokên êzidî sinet kirine
Gelek êzidî li Mûsilê li bendî rizgarkirinê ne
70 jin û zarokên êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin
Kurdên êzidî di operasyona Mûsilê de di cepheye pêş de şer dikin
Etîketan:
6 êzidî hatin azadkirin, Şingal, Kurdên êzidî, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de