15:52 19 Hezîran 2018
Heleb

Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li Helebê pêşketina Artêşa Sûriyeyê ya li herêmên di bin kontrola milîtanan de berdewam dike. Tê diyar kir ku bajarê di bin dorpêçkirinê de berê ku Rûsya û Amerîka li hevdu bikin, wê heya dawiya salê were azadkirin.

Li gorî nûçeya rojnameya RBKê ya Rûsî çavkaniyeke Moskovayî anî ziman ku Heleb dibe ku heya dawiya salê bi temamî were rizgarkirin.

Wî çavkaniyî parast ku Heleb berê ku Rîusya û Amerîka peymaneke nû deynin wê were rizgarkirin û diyar kir ku pêvajoya siyasî ya di navbera Moskova û Washingtonê de piştî ku Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump di 20ê Rêbenadanê de bi awayekî fermî derkeve Koşka Spî wê destpê bike.

‘DI DEMEKE NÊZÎK DE TERORÎST WÊ WERIN TUNEKIRIN'

Cîgirê Serokê Komîteya Parastin a Dumaya Dewletê ya Rûsyayê Andrey Krasov jî nêrîna xwe parve kir ku rojhilatê Helebê di demeke nêzîk de wê were rizgarkirin.

Krasov ê ku bersiva pirsên RBKê da got, "Em dibînin ku li Helebê hejmara herêmên di bin kontrol hêzên artêşê de her ku diçe zêdetri dibe. Terorîstên li bajêr wê di demeke nêzîk de werin tunekirin."

‘MILÎTAN NAXWAZIN RASTÎ ARTÊŞA SÛRIYEYÊ WERIN'

Serokê saziya ramanî ya bi navê Rûsya-Rojava-Rojhilat Vladîmîr Sotnikov jî dest nîşan kir ku artêşa Sûriyeyê operasyoneke gelekî baş amade kir û diyar kir ku pêkan e ku Heleb heya dawiya salê were rizgarkirin.

Sotnikov derbirî ku milîtan ji bo xwe ji nû ve rêxistin bikin û êrîşan pêk bînin, naxwazin bi artêşa Sûriyeyê re rûbirû werin û sengerên xwe diterikînin.

‘HELEB DI NAVA 3 MEHAN DE WÊ NEGIHÊJE AZADIYA XWE'

Di nûçeya RBKê de di derbarê dema rizgarkirina Helebê de nêrînên cuda cih girtin.

Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rûsya û Cîhana Îslamê Şamil Sultanov parast ku Heleb di nava 3 mehên pêş de wê negihêje azadiya xwe.

Li gorî Sultanov Rûsya heya ku Trump dest bi peywira xwe wê faaliyetên Hêzên Hewayî yên xwe bisînor bike û ji ber vê yekê jî Heleb di nava 3 mehên pêş de wê neyê rizgarkirin. Alî piştî ku polîtîkayên Trump fêmkirin wê ji nû ve dest bi operasyonan bikin.

Etîketan:
dawiya salê, Rizgarkirin, Cîgirê Serokê Komîteya Parastin a Dumaya Dewletê ya Rûsyayê, Serokê saziya ramanî ya bi navê Rûsya-Rojava-Rojhilat, Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rûsya û Cîhana Îslamê, Şamil Sultanov, Vladîmîr Sotnikov, Andrey Krasov, Washington, Moskova, Rûsya, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de