02:31 17 Tebax 2017
Zindî
    Fatih'te IŞİD operasyonu

    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 11 kes hatin desteserkirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li navçeya Fatihê ya Stenbolê li dijî endamên rêxistina terorîst DAIŞê operasyon pêk hat û di encamê de jî 11 welatiyên biyanî hatin desteserkirin.

    Midûryeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorîzmê ya Stenbolê li ser agahiyên îstîxbaratî li taxa Îskenderpaşa yê navçeya Fatihê ya Stenbolê operasyon pêk anîtin. Li ser îstîxbaratê polêsan hefteyek şopandina teknîkî pêk anîtin û di encamê de jî operasyon pêk anîtin.

    Hate ragihandin ku di saetên êvarê de polêsan bi ser navnîşanên hatibûn kifşkirin de girtin û 11 kesên biyanî ku endamên rêxistina terorîst DAIŞê bûn hatin desteserkirin. Di lêgerînan de dokumanên rêxistinê û daneyên dijital hatin bidestxistin.

    Kesên hatin desteserkirin ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Hasekiyê û piştre jî birin Midûryeta Ewlekariya Stenbolê.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê êrişî Israîlê kir: 4 kuştî
    DAIŞê êrîşeke xwekujî pêk anî: Kuştî û birîndar hene
    DAIŞê bi hinceta 'sixûrtiyê' 32 sivîl kuştin
    DAIŞê êrîş kir: Leşkerekî Tirk mir, 3 leşker jî birîndar bûn
    DAIŞê êrîş kir: 5 leşkerên Tirk birîndar bû
    Etîketan:
    biyanî, operasyon, endam, DAIŞ, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de