12:43 20 Tebax 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Tirkiye nikare bikeve kampeke PKKê

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 75910

    Operasyonên Artêşa Tirkiyê yên li ser kamp û bingehên PKKê yên li navçeya Lîce ya Amedê û li navçeyên Pilûr û Xozata Dêrsimê dewam dikin.

    Artêşa Tirkiyê di operasyona Dêrsimê de şerekî dijwar dimeşîne li ser kampa Alîbogazî ku ev 20 sal in nekariye bikeve herêmê.

    Hêzên PKKê
    © Foto: Yeni Ozgur Politika
    Li gorî Rûdawê operasyona Dersîmê ji 23yê Mijdarê ve didome ku ev yekemîn car e Artêşa Tirkiyê ji herêma Axpanûs a Pilûrê dest bi operasyonê kiriye.

    Hat ragihandin ku dewleta Tirkiyê bi tevî artêşa xwe ya zilhêz nikare bikeve herêma Alîbogazi, ji ber ku ev herêm him asê ye û him jî kampa sereke ya PKKê di vir de ye ku bi taybet zivistanan tê bikaranîn.

    Walîtiya Dersîmê ji operasyona berdewam hin kelûpelên ji aliyê leşkran ve hatine desteserkirin bi medyayê re parve kirine.

    Li gor agahiyên walîtiyê operasyon hîn jî li sêgoşeya Çemişgezek, Xozat û Pilûrê ku jê re dibêjin Alîbogazî berdewam dikin ku rayedar dibêjin, 5 çekdar hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    PKK: Hesabê DYAyê lawazbûna PKKê û AKPê bû
    PKK: AKP Û MHP nikarin Tirkiyê ji parçebûnê xelas bikin
    PKK li Colemêrgê êrîşî baregeha leşkerî kir
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Heşdî Şabî û PKK divê beşdarî ti operasyonekê nebin
    'PKK dixwaze Şingalê bike Qendîl'
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyê, operasyon, pkk, Dersîm, tirkiiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de