22:20 17 Tebax 2017
Zindî
    Selahattin Demirtaş ji Kocaeliyê birin Edîrneyê

    Sezgin Tanrikulu serdana Demirtaş kir

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27310

    Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Sezgin Tanrikulu serdana Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtigeha Tipa Fê ya Edirneyê tê girtin, kir. Herwiha cara ewile ku parlamenterek li girtîgehê serdana Demirtaş dike.

    Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk Selahattin Demirtaş di 4ê Mijdarê de hatibû girtin û şandibûn Girtigeha Tîpa Fê ya Edirneyê. Hate ragihandin ku îro parlamenterê Stenbolê yê Partiya Komarî a Gelan (CHP) Sezgin Tanrikulu serdana Demirtaş kiriye.

    Heta îro ji ber qedexeya Wezareta Dadê bi Demirtaş û parlamenterên HDPê yên din re hevdîtin pêk nehatibû, serdana Tanrikulu cara ewile ku parlamenter serdana Demirtaş kir.

    Şaredarê Bajarê Mezin a Enqereyê Melih Gokçek li ser hesaba xwe ya twittirê îdia kiribû ku Tanrikulu bi dizî serdana Demirtaş kiriye.

    Selahattin Demirtaş
    © REUTERS/ Ümit Bektaş
    Li ser wê twitê Sezgin Tanrikulu li ser hesaba xwe bersiv da Gokçek û ragihand ku hêj serdana Demirtaş nekiriye, lê demek kurt de plan dike serdan pêk bîne. Her tişt siyaset nîne, rojên îro derbas dibin, lê mirovî û dostanî dimînin.

    ‘EV ROJÊN NEXWEŞ DERBAS DIBIN'

    Sezgin Tanrikulu piştî serdana xwe twitek parve kir û got: ‘Ji bo kesên ku werin Edirneyê ez pêşniyara cîgerfroş Bahrî Begê dikim. Her tişt gelek xweş bû. Ev rojên xirab dê derbas bibin, lê jiyan û xweşî dê mayînde bimînin.'

    Bi heman mijarî:

    Wêneyê yekemîn ê Demirtaş li girtîgeha Edirneyê
    Demirtaş: Ev bêdadî berdewam nake
    Piştî Demirtaş birin Edirneyê, 62 girtiyên PKKyî ji wê girtîgehê şandin girtîgehên din
    Demirtaş ji Serokê Parlamentoyê pirsî: Agahiya we ji rewşa parlamenterên girtî heye?
    Ji ber kaxiza ‘Free Demirtaş' polîsan êrîşî turîstê alman kir
    Etîketan:
    dostanî, twitter, roj, xirab, serdan, girtîgeh, Selahattin Demirtaş, Sezgin Tanrikulu, Edirne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de