07:26 21 Tebax 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê êrişî Israîlê kir: 4 kuştî

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 180 0 0

    Di navbera Artêşa Israrîlê û DAIŞê de yekemîn şer derket û di encama şer de 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

    Li gorî medyayên Israîlê îro li başûrê bilindahiyên Gulanê li nav axa Israîlê de di navbera terorîstên DAIŞê û Artêşa Israîlê de şer derket.

    Hat ragihandin ku, hejmarek terorîstên koma Şuhdai Yermûk (Şehîdên Yermûk) ên ser bi rêxistina DAIŞê ve teqe li serbazên Artêşa Israîlê kirin û deverên di bin kontrola Artêşa Israîlê de bi giranî topbaran dikin.

    Derbarê şer û pevçûnên li gel DAIŞê de, Artêşa Israîlê hin zanyarî belav kirine û ragihandiye, "firokeyên şer ên wî welatî bilez xwe gihandine esmanê devera Gulanê û çend armanc bombebaran kirine."

    Li gorî Artêşa Israîlê, firokeyên wî welatî otomobîleke DAIŞê ku çend çekdarên wê rêxistinê têde bûn, kirin armanca êrişên xwe û di encamê de, 4 DAIŞî di nav otomobîlê de hatin kuştin lê belê Artêşa Israîlê ti ziyan nedît.

    Bi heman mijarî:

    Îsrail: Ev şerê dawî ye û em ê wan ji nav bibin
    DAIŞ ji bêperetî organên milîtanên xwe difiroşe
    'DAIŞ, ji bo endamên xwe bi penaberan re bişîne Ewropayê, perwerde dike'
    DAIŞ êrişî leşkerên tirk kir: 6 birîndar
    DAIŞ sivîlan dike mertala zindî
    Etîketan:
    Artêşa Îsraîl, kuştin, Şer, êriş, DAIŞ, îsrail
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de