06:34 19 Tebax 2017
Zindî
    qeza

    Qezayê trafikê: Yek ji wan giran 13 birîndar

    © Foto: AA arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Li bajarê Eskişehirê otobêsa rêwiyan û kamyona ku tuxle barkirî bû li hev qelibîn û di encamê de jî yek ji wan giran 13 kes birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin qeza 16mîn kîlometro li ser riya Enqere- Eskişehirê pêk hat. Hate ragihandin ku otobêsa rêwiyan û kamyona tuxle barkirî li hev qelibîne û ji ber tûndiya qelibandinê kamyon gindiriye newalê. Di encamê de ajokarê kamyonê jî di nav de 13 kes birîndar bûn.

    Hate diyarkirin kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê û li wir tên dermankirin. Herwiha rewşa birîndarek xedar e.

    Bi heman mijarî:

    Li Îzmîrê qeza: Karkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Bayburtê qeza: Miriyek û 4 birîndar
    Li Bedlîsê qeza: 2 mirî 13 jî birîndar
    Wesayîta leşkeran qeza kir: 3 birîndar
    Etîketan:
    revî, otobês, kamyon, trafîk, qeza, Eskişehir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de