22:39 23 Tebax 2017
Zindî
    Bajarê Helebê

    Rûsya: 5 taxên Helebê ji El Nusrayê hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ ILYA PİTALEV
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9620

    Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê diyar kir ku Artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Helebê di 48ên dawî de pêşveçûnek berbiçev bidestxistine, 2 hezar avahî û 5 taxên li herêmê ji rêxistina terorîst Feth el Şamê (El Nusra) paqij kirine.

    Hate ragihandin ku Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê alîkariya mirovî şandine herêmên ku hatine rizgarkirin û 119 ji wan zarok 903 sivîl jî hatine xilaskirin.

    8 MÎLÎTANAN ÇEK DANÎ

    Li gorî daxuyaniyê li rojhilatê Helebê di 24 saetên dawî de 8 mîlîtanan çek danîtine û herêmê terikandine. Mîlîtan ji ser korîdora ku ji aliyê navenda şopandina Rûsyayê ve hatiye vekirin, ji herêmê derketine.

    ‘ŞERÊN DI NAVBERA RADÎKALAN Û MÎLÎTANAN DE DIJWARTIR BÛN'

    Divê navberê de şerên di navbera mîlîtanên ku dixwazin bajêr biterikînin û kesên radîkal de dijwartir bûn.

    Hate eşkerekirin ku aciziya niştecihên li herêmê û li hemberî derketina komên radîkal gelek zêde bûne.

    Bi heman mijarî:

    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    Ihlam Ehmed: ‘Armanca Tirkiyê Heleb e'
    HELEB - Rejîm û terorîst şer dikin welatiyên sivîl zerarê dibînin: 35 kuştî
    HELEB - 24 saet 12 kuştî
    Etîketan:
    bajêr, danîtin, çek, mîlîtan, tax, Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsya li Sûriyeyê, Heleb, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de