03:41 21 Tebax 2017
Zindî
    Hezaz

    Li Sêrtê termê karkerekî din hat derxistin

    © AFP 2017/ Ilyas Akengin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 156 0 0

    Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê termê karkerek din yê bi navê Kerem Arat hate dîtin ku di bin hezazê de mabû.

    Li navçeya Şêrwanê Sêrtê di 17ê Mijdarê de di kana madena sifirînê de hezaz pêk hatibû û 16 karker di bin hezazê de mabûn. Piştî xebatên lêgerînê heta niha termê 10 karkeran hatibû derxistin. Îro jî termê karkerek hat derxistin û bi vê re hejmara termên ku hatine derxistin gihiştine 11an. Xebatên lêgerînên 5 karkerên din berdewam dike.

    Kerem Arat dewet kirî û bavê zarokek bû. Hate ragihandin ku termê karker ji bo karên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê yê Sêrtê. Herwiha lêgerînên derxistina 5 karkerên din jî dewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li kanzayeke bajarê Denizliyê hezaz çêbû
    ‘Hezaz ji ber teqandina mayinan çêbû'
    Li Sêrtê meytên 8 karkeran hatin derxistin
    Li Sêrtê brûskê li leşkeran xist: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da
    Li Sêrtê kanayek hilweşiya: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    karker, term, hezaz, Kerem Arat, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de