02:14 24 Tebax 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Serokwezîr Barzanî: Em bi Tirkiyê re li ser HDPê axivîn

    © Foto: Screenshot via File
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 26510

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê axivî û got, 'Tiştên ku rû didin encama polîtîkayên şaş in'.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina ‘Pêvajoya Çareseriyê' ya li Tirkiyê nirxandin kir û got, "Ev babet têkilî karê navxweyî yê Tirkiyê ye û mijareke tevlîhev e. Heger em bikarin alîkariyê bikin em dê kêfxweş bibin."

    'PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KARÊ NAVXWEYÎ YÊ TIRKIYÊ YE'

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê li ser pirsa rojnamevanan nêrîna xwe ya li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyê bi kurdan re anî ziman û wiha axivî: "Ev mijareke têkilî karê navxweyî yê Tirkiyê ye. Heger em bikarin alîkariyekê bikin em dê bi vê kêfxweş bin, lê belê ev karekî têkildarî naxweyiya Tirkiyê ye û tevlîhev e. Ev babeteke wisa hêsan nîne. Em tenê nikarin bêjin tenê xetayê aliyekî hene. Niha tiştên ku li Tirkiyê rû didin di encama polîtîkayên şaş de çêbûne."

    'DIVÊ HER DU ALÎ BERPIRSIYARÎYÊN XWE BIZANIN'

    Li gor Rûdawê Barzanî got, ‘Divê her du alî jî berpirsiyariyên xwe bizanin. Siyaseteke me ya ku em xwe tevî karên navxweyî yên hinekên din bikin tune ye. Heger tiştekî ku em bikaribin alîkariyê bikin hebe em ê bikin."

    BARZANÎ: SERDANA TIRKIYÊ ASAYÎ BÛ

    Serokwezîr Barzanî li ser pirsa serdana Tirkiyê jî bersiv da û got, "Serdana me ya Tirkiyê asayî bû. Em serdanên bi cîranên xwe re didomînin. Di serdana Tirkiyê de bi birêz Serokomar û Serokwezîr re me li ser têkiliyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê danûstandin kir. Pêwendiyên bi Bexdayê re jî hatin gotûbêjkrin. Em li ser kêşeya ku bi Mûsilê re derketiye jî axivîn."

    'EM BI TIRKIYÊ RE LI SER REWŞA PARLEMANTARÊN HDPÊ AXIVÎN'

    Barzanî da zanîn ku ew li ser kêşeya koçberan jî di serdana Tirkiyê de axivîne û destnîşan kir ku wan di hevdîtinên Tirkiyê de li ser kêşeyên heyî yên li Tirkiyê û rewşa parlemantarên HDPê yên hatine girtin jî axivî ne.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Em ê cesaretê bidin kurdên din
    Barzanî gihîşt welatê Îmarata Erebî
    Barzanî teqîna Iraqê ya li bajarê Hilleyê şermezar kir
    Barzanî bo BBC: Kurd ne tenê ji Nînowayê ji deverên din jî venakişin
    Serokê Tevgera İslamiya Kurdistanê serdana Mesûd Barzanî kir
    Etîketan:
    Serokwezîr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Pêvajoya Çareseriyê, Herêma Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de