14:51 21 Tebax 2017
Zindî
    Alaya kurdistanê

    Evone: Amerîka û Ewropayê li ser Kurdistana mezin li hev kir

    © Foto: Basnews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 94940

    Malpereke medya erebî îdia kir ku Amerîka û Ewropayê li ser damezirandina dewleta Kurdistanê ya mezin li hev kiriye.

    Li gor raporta malpera El diyar, Amerîka û Ewropayê li ser damezirandina dewleta Kurdistana mezin li hev kirine ku ji sînorê Îranê destpê dike, beşek ji axa Tirkiyê û Sûriyê û herwiha herêma Kurdistanê digire navxwe.

    Malpera El Diyar vê nûçeyê dispêre tevgera Evone ku Michael Evon serokê niha yê Lubnanê û encama lêkolîna Tevgera Evone ya li ser çawaniya avakirina dewleta Kurdistanê wiha dide:

    'DÊ WEK SÎSTEMA KALÎFORNIYAYÊ BE'

    "Di wê dewleta nû de, dê bazara berhemhênanê wek eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê azad be ku tê de sîstema bacê nayê pêkanîn. Herwiha dê hêzeke Amerîka û Ewropayê bi awayekî daîmî têde bimîne û asayîş û dê ewlehiya wê jî wek dewleta Îmaratê û Dubeyê be."

    JI BO RAZÎKIRINA TIRKIYÊ 30 SAL PETROLA ERZAN

    Li gor raportê, dê yedeka nefta dewleta Kurdistanê zêdetir li welatên Iraq, Îran û Kuweytê be.

    Di nûçeyê de behsa razîkirina Tirkiyê bi dewletbûna Kurdistanê tê kirin û tê gotin, ‘Washington hewla razîkirina Tirkiyê dide. Li hember bi nirxekî erzan wergirtina nefta Kurdistanê heta 30 salan hewil dide ku Tirkiye damezirandina Kurdistanê qebûl bike.'

    Malper dide xuyakirin ku zêdetirî 500 kompanî lêkolînê li ser çêkirina bingeha navçeyên Kurdistanê dikin ku niha di şer de ne.

    'YEKEM DEWLETA KURDISTANÊ NAS BIKE ÎSRAÎL E'

    Herwiha li ser zimanê Washingtonê tê gotin ku dewleta Kurdistanê dê bibe mînaka demokrasiyê û yekem dewleta ku pênaseya dewleta Kurdistanê bike jî Îsraîl e da ku li hember êrîşan bi balafirên xwe berevaniya Kurdistanê bike.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistanê banga alîkariya lezgîn kir
    Prof. Yegen: "Tirkiye li dijî serxwebûna Kurdistanê dernakeve"
    Şêwirmendê Trump: Em ê dewleta Kurdistanê bibînin
    Însiyatîfa Serxwebûn a Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan peyamek weşand
    Barzanî: Serxwebûn mafê suriştî yê kurdan e
    Etîketan:
    Îsraîl, Lêkolîn, Avakirina Kurdistana mezin, Malpera El Diyar, Tevgera Evone, Dewleta Kurdistanê, Sûriye, Petrol, Tirkiye, Îran, Kurdistan, Amerîka, Kurdistan, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de