02:12 18 Tebax 2017
Zindî
    Jean-Claude Juncker

    Serokê Komîsyona YEyê: Bêyî Rûsya sîstema ewlekariyê ava nabe

    © AFP 2017/ Frederick Florin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10520

    Serokê Komîsyona YEyê gotinên Serokê Amerîkayê Obama yên 'Rûsya hêzeke herêmî ye' rexne kir û got, 'Bêyî Rûsyayê li Ewropayê sîstema ewlekariyê nikare were avakirin'.

    Serokê Giştî yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Jean-Claude Juncker li ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Barack Obama ya li ser statuya Rûsyayê destnîşan kir, ‘Bêyî beşdariya Rûsyayê nabe sîstema ewlekariyê were avakirin.'

    Jean-Claude Juncker di televizyona Euronews de ragihand ku gotinên Obama ji bo Rûsya ku gotiye ‘hêzeke herêmî ye' nerast in, lewra ew partnerên wekhev yê YEyê ne.

    'RÛSYA MILETEKÎ MEZIN Û BI XIRÛR E'

    Juncker got, "YE xwedî rûbereke 5.5 mîlyon km² ye, lê rûbera Rûsyayê 17.5 mîlyon km² ye ku divê Rûsya wek miletekî mezin û bi xirûr were nirxandin."

    Juncker diyar kir ku Obama şaşiyeke mezin kiriye ku gotiye, Rûsya hêzeke herêmî ye û li ser sîstema ewlekariyê wiha axivî: "Bêyî ku Rûsya beşdar bibe nayê çaverêkirin ku li Ewropayê sîstema ewlekariyê were avakirin. Lewma divê em vê li ber çavan bigirin ku dixwazim li derveyî çarçoveya heyî bi Moskowê re rêkeftinekê bikim."

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Rûsya û Kuba bi saya Fidel Castro dost in
    Rûsya: Di dema navbira mirovî ya Helebê de, du leşkerên me birîndar bûn
    Rûsya: Divê di pêşnûmeya NY de mixalefeta nerme û terorîst ji hev were cudakirin
    Rûsya: Divê Kurd li Sûriyê bibin beşeke proseya siyasî
    Rûsya: Biryara PE li dijî medyaya Rûsî mînaka cudakeriyê ye
    Etîketan:
    Obama, Sîstema Ewlekariyê, Serokê KomîsyonaYE, Jean Claud Junker, Ewropa, Amerîka, Ewropa, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de