20:32 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafirên şer çeperên DAIŞê yên li Mûsilê wiha bombebaran dikin

    DAIŞ li Mûsilê 'Mohra Sor' dide çekdarên xwe

    © Ruptly.
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 81 0 0

    DAIŞ ji ber operasyona hêzên Iraqî hewla reva bi kom dide û ji bo rêgirtinê mohra sor bikar tîne.

    Hat ragihandin ku DAIŞê hatûçûya çekdarên xwe ji aliyê rojhilatê Mûsilê ber bi rojavayê bajar kêm kiriye û DAIŞî tenê ji bo gihandina çek û teqemeniyan bo qadên şer destûra hatûçûnê didin.

    TENÊ DAIŞÎYÊN HILBIJARTÎ DERBASÎ ROJAVA DIBIN

    Li gor nûçeya BasNewsê jêderên herêmî diyar dikin ku ji ber dorpêçbûna eniya rojavayê Mûsilê ti derî ji bo derbazbûna terorîstên DAIŞê nemaye û DAIŞ tenê rê dide çekdarên xwe yên baweriyê bi wan tîne derbas bibin.

    BELGEYA 'MOHRA SOR' DIDE

    Herwiha hat ragihandin ku DAIŞê li ser çemê Diclêyê çend xalên çavdêriyê danîne û tenê kesên xwedî belgeya mohra sor a destûrê dikarin derbasî milê Rojavaya Mûsilê bibin.

    Bi heman mijarî:

    Memozînî: DAIŞê derbeyên giran li Mûsilê xwarine
    Fermandarê Amerîkî: Hindik ma em alaya Iraqê li Mûsilê daliqînin
    Li Mûsilê dora DAIŞê bi temamî hat girtin
    Du gundên din ên Mûsilê hatin kontrolkirin
    Iraq: Wezîrê Ragihandina DAIŞê li Mûsilê hat kuştin
    Etîketan:
    Operasyona Mûsilê, Mûsil, Mohra Sor, Reva bi kom a DAIŞê, Rojhilata Mûsilê, DAIŞ, Rojhilata Navîn, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de