12:44 20 Tebax 2017
Zindî
    Milîtanên Artêşa Sûriyeya Azad - ASA

    Artêşa Tirkiyê li ser bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da

    © Foto: AA/ Majd Halabi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6710

    Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirkiyê (TSK)derbarê ji aliyê DAIŞê ve bikaranîna çekên kîmyewî li ser komên mûxalîf daxuyaniyek belav kir.

    TSKê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di encama avêtina moşekeke DAIŞê bi ser komên mûxalîf de 22 leşkerên mûxalîf rûbirûyî gaza kîmyewî bûne ku li ser çav û bedena wan diyardeyên gaza kîmyewî hene.

    Hêjayî gotinê ye doh Şemiyê 22 mûxalîfên Sûriyê yên di çarçoveya operasyona 'Mertala Firatê' de tevî artêşa Tirkiyê li Sûriyê şer dikin, di encama êrîşeke DAIŞê de birîndar bûbûn û ew anîbûn nexweşxaneya bajarê Kilîsê.

    Li gor nûçeyên medya Tirkiyê li ser êrîşa Babê ya DAIŞê ku metirsiya bikaranîna çekên kîmyewî hebû, jêderên leşkerî dibêjin, îhtimal heye DAIŞê madeya klorur di guleyên topan de bikar tîne û ev jî bandora çekan kîmyewî dike.

    Bi heman mijarî:

    TSK: "Dibe êrişa El Babê ji terefê hêzên rejima Sûriyeyê ve hatibe kirin"
    TSK: "AASê 6 gundên din kontrol kirin"
    Li hemberî îmamê FETO yên TSK û MÎTê operasyon
    Sûriye: Tirkiye bi temamî berpirsyara rageşiyên Rojhilata Navîn e
    Bêtirî 3 hezaran terorîstên esil-rûs li Sûriye û Iraqê hene
    Etîketan:
    Mûxalîf, TSK daxuyanî, Mertala Firatê, Sûriye, Komên çekdar, Suriye, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de