07:32 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokê PKK Abdullah Ocalan

    Ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan gaveke nû

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 296630

    Parêzerên Abdullah Ocalan ku ligel serlêdanan jî ji 27ê Tîrmeha 2011an ve hevdîtin bi muwekîlê xwe re pêk neanîne, amadekariya serlêdaneke nû dikin.

    Hat ragihandin ku parêzerên Ocalan dê hefteya pêş me ji bo hevdîtina parêzeran serî li dozgeriyê bidin, da ku li girava Îmraliyê serdana Abdullah Ocalan ê ji sala 1999an ve zindankirî ye bikin û li ser rewşa wî agahdar bibin.

    BI HINCETÊN CUDA HEVDÎTIN PÊK NEHATIN

    Parêzerên Ocalan didin zanîn, heta niha bi hinceta ‘Keştî xerabe ye', ‘Hewa nexweş e' yan jî ‘em dê we agahdar bikin' hevdîtina wan dihat asteng kirin, lê vê carê jî ew guman dikin bi hinceta ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) dîsa hevdîtina wan a bi Ocalan re were asteng kirin.

    PARÊZERAN 59 CARAN SERLÊDAN KIR

    Parêzerên Ocalan piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê 59 caran serlêdana hevdîtinê kir.

    Herî dawî tenê birayê wî Mehmet Ocalan karîbû ligel wî hevdîtinê bike ku peyamên Ocalan ji raya giştî re ragihandibû.

    Hat ragihandin ku dê parêzerên Ocalan roja Çarşema hefteya pêşiya me, malbat jî roja Îniyê ji bo serdana Abdullah Ocalan serlêdanê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Ocalan û Erdogan seroktiyê dixwazin
    Ji bo Ocalan dadgehê biryar derxist
    BERTEK - "Ji axa me derkevin û Ocalan berdin"
    Ocalan bang kir: Ji bo Demirtaş, helwesta xwe nîşan bidin
    Bahçeli: Bila darvekirin ji bo Ocalan jî derbas bibe
    Etîketan:
    Mehmet Ocalan, Girava Îmralî, Serdana Parêzeran, Abdullah Ocalan, Hevdîtina Ocalan, OHAL, Tirkiye, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de