07:37 21 Tebax 2017
Zindî
    Partîyên Kurdan û Barzanî

    Siyasetmedarê kurd: Êdî dema ku Amerîka me li hev bîne derbas bûye

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13010

    Sekreterê PSDKê li Herêma Kurdistanê Mihemedê Hecî Mehmûd ji bo çareserkirina krîza siyasî û aborî ya li herêmê got, 'Mîna hêzên Pêşmerge li dor maseyekê kom bibin.'

    Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemedê Hacî Mehmûd li ser bangewaziya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo çareserkirina krîza siyasî û aborî got, ‘êdî ti behaneyeke partiyên siyasî nemaye bo çareserkirina kêşeyan.'

    MIHEMEDÊ HECÎ MEHMÛD BEŞDARÎ MERASÎMA KURÊ XWE BÛ

    Mihemedê Hacî Mehmûd li bajaroka Şarezor a Helebçeyê di merasîma bîranîna kurê xwe Etayê ku salek berê li nav Pêşmerge can dabû de li ser bangewaziya Barzanî daxuyanî dan û wiha axivî:

    "Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gazî hemû aliyên siyasî kiriye, ji ber wê jî êdî ti behaneyek nemaye û divê bi awayekî micid hewl bê dayîn kêşeyên siyasî û li du wê jî kêşeyên aborî bên çareserkirin."

    'HÊVÎDARIM HEMÛ ALÎ GUH BIDIN GAZIYA BARZANÎ'

    Li gor BasNewsê Mihemedê Hacî Mehmûd her diyar kir ku êdî ew heyama Amerîka were me li hev bîne derbas bûye, divê kurd bixwe kêşeyên xwe çareser bikin û hêvîdar im hemû alî guh bidin gaziya Serokê Herêma Kurdistanê.

    Sekreterê PSDKê got, lihevcivîna ne şerm e û divê hemû hêzên siyasî, mîna hêzên Pêşmerge bê ferq û cudahî, li dora maseya diyalogê kom bibin.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî gihîşt welatê Îmarata Erebî
    Barzanî: Em ê cesaretê bidin kurdên din
    Barzanî teqîna Iraqê ya li bajarê Hilleyê şermezar kir
    Barzanî bo BBC: Kurd ne tenê ji Nînowayê ji deverên din jî venakişin
    Serokê Tevgera İslamiya Kurdistanê serdana Mesûd Barzanî kir
    Etîketan:
    Çareserî, Krîza Siyasî û aborî, Barzanî, Herêma KUrdistanê, Kurdistan, Rojhilata NAvîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de