07:52 24 Tebax 2017
Zindî
    Adem Geverî

    Parlemantarê HDPê: Zeftkirina Kurdan xwexapandineke mezin e

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9110

    Parlemantarê HDPê kiryarên li ser parlemantar û hevşaredaran wek xwexapandina deshilatdariya AKPê nirxand û got, ‘Ewên ku îro hikmên hiqûqê nas nakin, helbet dê siberojê hesabê vê yekê bidin.'

    Parlemantarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Adem Geverî ku demek berê doza hepskirina muebet jê re hatibû xwestin, li ser girtina parlemantarên HDPê, hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û kiryarên hikûmeta AKPê li ser rûpela xwe ya facebookê bangewaziyek kir.

    ‘KURD TÊKOŞÎNA XWE BI ŞANAZÎ DIMEŞÎNIN'

    Geverî kiryarên hikûmeta AKPê wekî xweferzkirin û destdanîna ser îradeya kurdan nirxand û wha got: "Hikûmeta AKPê çopandina îradeya miletê Kurd li ser xwe ferz kiriye. Di halê heyî de 41 hevşaredarên DBPyî yên bi dengên Miletê Kurd hatî hilbijartin, ji aliyê AKPê ve wek rehîne hatine wergirtin. Hikûmeta AKPê dixwaze ku îradeya Miletê Kurd binpê bike û siyaseta Kurd bi riya zordestî û şantajê têk bibe; lê divê baş bizanibe ku Kurd bi sedsal in têkoşîna xwe ya rewa bi serbilindî û şanazî dimeşînin."

    ‘KURDAN SERÎ NETEWAND, DÊ TI CARÎ NETEWÎNIN'

    Parlemantarê HDPê polîtîkayên berê yên zordestiya li ser kurdan bi bîr xist û daxuyakirin; "Kurdan ji rabirdûyê heta îro li hemberî polîtîkayên tunekirin û zext û zordestiyê yên dewleta Kemalîst, ti carî çok venedan û serî netewandin û dê ti carî jî netewînin. Kurdan her wekî din, her tim li hemberî neheqî û bêedaletiyê ya li dijî her kesî û her miletî, li gorî esasên têkoşîna insanî, Îslamî, dadmendî û civakî tevgerîn û dê dîsa jî tevbigerin."

    ‘ZEFTKIRINA KURDAN XWEXAPANDINEKE MEZIN E'

    Adem Geverî di daxuyaniya xwe de banga maf û edaletê li deshilatdariya Tirkiyê kir û wiha pê de çû:
    "Divê dewleta/desthilatiya Tirk vê têkoşîn û helwesta Kurdan a ji bo maf û edalet û azadiyê baş fêhm bike. Ku eger ew Kurdan mehkûmî sînorê hikûmet û alîgirên wê bikin û li ser esasên wê Kurdan zeft bikin an tune bikin, ev xwexapandineke mezin e."

    GEVERÎ: YÊN HIQÛQÊ NAS NAKIN DÊ HESAB BIDIN

    Geverî herwiha diyar ku berdêla vê xwexapandinê dê pir giran be û ewên ku îro xwe dixapînin û derdora wan, zû yan dereng dê vê rastiyê fêhm bikin, ewên ku îro hikmên hiqûqê nas nakin jî helbet dê siberojê hesabê vê yekê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Sidkî Zilan û Adem Geverî sersaxî dan malbata Fehmî Demîr
    Adem Geveriyê HDPyî ji ber nivîseke Mucahid Bilici rastî lînçkirineke medyayî hat
    Adem Ozcaner:’ Serkeftina HDPê ji bo gelê kurd û gelê Tirk firsetek e’
    Etîketan:
    tekoşîn, kurd, HDP, Adem Geverî, tirkiiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de