02:09 18 Tebax 2017
Zindî
    Çaglar  Demîrel - Parlamentera  HDP`ê

    Ji bo Serokwekîla HDPê Çaglar Demirel 23 sal cezaya girtîgehê hat xwestin

    © Foto: Gulnush Ergul
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19 0 0

    Di derbarê Serokwekîla Koma HDPê Çaglar Demirel de dozgeriyê îdianame amade kir û di îdianameyê de ji bo Demirel bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê' heta 23 salan cezaya girtîgehê xwest.

    Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî rakirina parêzbendiyan di derbarê Serokwekîla Koma HDPê û Parlamentera Amedê Çaglar Demirel de îdianame amade kir.

    Di îdianameyê de daxuyanî û beşdarbûna çalakiyan a Demirel sûc hat hesibandin û ji bo Demirel ji 10 salan heta 23 salan cezaya girtîgehê hat xwestin.

    Serdozgeriyê diyar kir ku ji bo îfadedayînê kaxeza bangewaziyê ji bo Demirel hatiye şandin lê heta niha nehatiye serdozgeriyê. 5emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ji bo ku Demirel beşdarî danişîna meha sibatê bibe, biryar da ku kaxezê jê re bişîne.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Parlamentera HDPê cezaya muebetê hat xwestin
    Parlamentera HDPê: Ger ku demokrasî nebe, Tirkiye wê perçe bibe
    Parlamenterê HDPê çûn serdana malbatên karkerên Şêrwanê
    Kurtejiyana 10 parlamenterên HDPê
    Ji bo parlamenterê HDPê cezayê muebetê tê xwestin
    Etîketan:
    cezaya girtîgehê, îdianame, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Serokwekîla HDPê, Çaglar Demirel, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de