16:54 23 Tebax 2017
Zindî
    Odeya otelê

    Li Antalyayê tûrîsteke Rûsî li otêlekê mirî hat dîtin

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Li navçeya Kemer a Antalyayê tûrîsteke Rûsî li odeyeke otêlê mirî hat dîtin.

    Welatiya Rûsî ya bi navê Ekaterina Kozyreva (44) li navçeya Kemer a Antalyayê li Taxa Kirişê li otêlekê bicih bû. Xebatkarê otêlê gava ku ji bo paqijiyê ket odeya Kozyreva, termê wê li erdê dît.

    Tîmên tenduristiyê li ser banga xebatkarê otêlê hatin cihê bûyerê û diyarkirin ku tûrîsta jin jiyana xwe ji dest daye.

    Piştî lêkolîna polîsan termê wê tûrîstê ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.

    Bi heman mijarî:

    1emîn salvegera xistina balafira rûsî
    Etîketan:
    odeya otelê, mirî, tûrîst, Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê, Ekaterina Kozyreva, Kemer, Antalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de