11:02 20 Tebax 2017
Zindî
    Li Mêrdînê teqîn

    Di dema çûna serdana leşker de mayin teqiya: Zava mir, bav birîndar bû

    © Foto: AA/ Halil İbrahim Sincar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3301

    Li Şirnexê li navçeya Qilebanê bavê leşkerekî gava ku bi zavayê xwe re diçû serdana kurê xwe yê leşker, li ser rê mayîn bi wesayita wan de teqiya. Di teqînê de zava jiyana xwe ji dest da, bavê leşker jî bi giranî birîndar bû.

    Hat ragihandin ku Huseyin Kelleci bi zavayê xwe Kerem Turkdogan re ji bo biçe serdana kurê xwe yê leşker ê bi navê Fikret Kelleci, ji Sêrtê ber bi Navçeya Qilebanê ya Şirnexê birêket.

    Li gorî agahiyan wesayita Huseyin Kelleci gava ku di ser Girê Kureşînê re derbas bû, mayina ku berê li ser rê hatibû bicihkirin teqiya û di encama teqînê de zava Kerem Turkdogan jiyana xwe ji dest da, bavê leşker Huseyin Kelleci jî bi giranî birîndar bû.

    Huseyin Kelleci bi ambûlansê sewqê Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê hat kirin. Leşkeran li herêmê dest bi operasyonê kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol teqîn: 6 birîndar
    Li Dîlokê teqîn
    Li Girê Spî teqîn: Welatiyek birîndar bû
    Li Çewlikê teqîn: 2 polîs birîndar bûn
    Li Stenbolê teqîn
    Etîketan:
    dema derbasbûnê, mirî û birîndar, teqîn, Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê, Kerem Turkdogan, Huseyin Kelleci, Qileban, Sêrt, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de