09:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Alayên YPG li nêzîkî Hesekê

    Li embarên YPGê du teqîn

    © REUTERS/ RODI SAID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 324 0 0

    Teqînek li embareke çekan a YPGê li bajarê Til Temirê pêk hatiye û ji ber zexta teqînê, embara li kêleka wê emarê jî teqiyaye.

    Îro teqînek li du embarên YPGê li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê pêk hat.

    YPG
    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Li gorî nûçeya Asoyê, embar li biryargeha Şehîda Silava ne ku li şûna zeviya çêlekan a berê ya bajarê Til Temirê hatiye avakirin.

    Ji aliyê din ve, hinek çavkaniyên ji nexweşxaneya Saryayê ya Hesekê ragihand ku hinek birîndar hatine nexweşxaneyê bê ku ti agahiyan derbarê hejmara birîndar û qurbanan de bide.

    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ihtimal heye ku sedema teqînê ji ber temaseke elektirîkê be û tê gotin ku ziyanên madî di embara yekê de çêbûne.

    Herwiha tê gotin ku pisporên biyanî ku piraniya wan amerîkî û hinek kanadayî jî di nav wan de hene li wê biryargehê dixebitin.

    YPGê hîn ti daxuyanî derbarê teqînê de nedaye û bûyer piştrast nekiriye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa tirk bi moşekan êrîşî gundên Minbicê dikin
    Şervan Derwîş ji bo Sputnikê: Piştî YPG vekişiya, Tirkiyê êrîşî Minbicê kir
    YPG: Terorîstan êriş: 5 kuştî!
    Ji Enqereyê bo YPG'ê: Dest ji kantonan û El Babê berdin!
    YPG hişyar kir: Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê bi tundî bidin
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!
    YPG: Em ê bersiva êrîşên artêşa tirk bidin
    Etîketan:
    embar, çek, teqîn, YPG, Til Temir, Hesekê, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de