18:41 17 Tebax 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Heşdî Şeibî bû beşeke fermî ji Artêşa Iraqê

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Parlementoya Iraqê pênûmaya qanûna ku statûyeke qanûnî dide rêxistina şîî ya Heşdî Şeibî pejirand.

    Berdevkê Heşdî Şeibî Ehmed Esedî konferanseke çapemeniyê li avahiya Parlementoya Iraqê li dar xist û diyar kir pêşnûma li parlementoyê bi serokatiya Selîm Cibûrî û beşdarbûna 208 parlementeran hat gotûbêjkirin.

    Herwiha Esedî ragihand ku pêşnûma bi erêkirina hemû parlementerên beşdar hatiye pejirandin.

    Hevalbendiya Yekîtiya Hêzên Sunî ew rûniştina parlementoyê boykot kir û Cîgirê Serokkomarê Iraqê Iyad Elawiyê serokê Hevalbendiya Weteniyeyê ragihandibû ku ew li dijî wê qanûnê ye.

    Pêşnûmaya ku ji aliyê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîî diyar dike ku rêxistina Heşdî Şeibî dê bibe hêzeke qanûnî ji hêzên ewlekariya Iraqê û dê bibe saziyeke çekdar û wê girêdayî serokwezîritiyê be.

    Ji aliyê din ve, ew ê ji aliyê Wezareta Parastinê ve were çekdarkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterên Kurd: Em ê yasaya ji bo Heşdî Şebî red bikin
    Li Tilefer Pêşmerge û Heşdî Şabî dijî DAIŞê li hev kir
    Ebadî bi Heşdî Şebî re civiya
    Caferî: "Dibe Heşdî Şebî here Sûriyeyê"
    Cîgirê Serokomarê Iraqê: Heşdî Şabî û PKK divê beşdarî ti operasyonekê nebin
    Rêxistina Efuyê: "Milîsên Heşdî Şebî sivîlan dikujin"
    Di nava Heşdî Şebî de kurd, sunî xristiyan û asûrî li Mûsilê li dijî DAIŞê şer dikin
    Fermandarê Heşdî Şebî: "Amerîka ji bo berjewendiya xwe DAIŞê bombebaran dike"
    Etîketan:
    Heşdî Şeibî, Hevalbendiya Yekîtiya Hêzên Sunî, Iyad Elawî, Bexda, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de