12:43 20 Tebax 2017
Zindî
    Çavuşoglu bi Serokomarê Îranê Rûhanî re hevdîtin kir

    Çavuşoglu bi Serokomarê Îranê Rûhanî re hevdîtin kir

    © AP Photo/ Office of the Iranian Presidency
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo rojekê serdana Îranê kir û bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Karê Derve yê vî welatî Cewad Zarîf re hevdîtin kir.

    Çavuşoglu destpêkê li Tehran paytexta Îranê ji hêla Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ve hate pêşwazîkirin.

    Di daxuyaniya kurt a ji hêla Wezareta Karê Derve ya Îranê de hate diyarkirin ku di hevdîtina Zarîf û Çavuşoglu de, mijarên sereke yên herêmî û yên her du dewletan hatine destgirtin.

    Şêwirmendê MITê Hakan Fîdan jî bi Çavuşoglu re çûye Îranê.

    Di navbera Tirkiyê û Îranê de ji ber şerên li Sûriyê, Iraq û Yemenê fikrên cuda hene.

    Têkiliya di navbera her du welatan de piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê ber bi başbûnê ve çûye û Îran yek ji welatên destpêkê yên ku hewldana derbeyê şermezar kiribû. Herwiha Wezîrê Karê Derve yê Îranê Zarîf di 12ê Tebaxê de serdaneke surprîz ji bo Tirkiyê kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Cevad Zarîf serdana Tirkiyeyê dike
    Amerîka mueyîdeyên li ser Îranê 10 salên din dirêj dike
    Tirkiyê bersiva pêşniyara Îranê da: Pêwistiya me bi navbeynkariyê nîne
    Etîketan:
    MIT, Wezareta Karê Derve ya Îranê, Hakan Fidan, Cewad Zarîfî, Hesen Rûhanî, Mevlut Çavuşoglu, Tehran, Yemen, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de