02:07 18 Tebax 2017
Zindî
    Ahmet Turk û Sirri Sakik

    Hasip Kaplan: Ahmet Turk di hucreyê de tê girtin

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5001

    Parlamenterê berê yê HDPê Hasip Kaplan li Girtîgeha Silivriyê serdana Ahmet Turk kir û got: "Min xeyal dikir ku ez di komeke diyalogê de li dû çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê bigerim, lê ez di girtîgehê de me. Lê ji bilî parastina aştî û demokrasiyê ti çara me nîne."

    Parlamenterê bebê yê HDPê Hasip Kaplan, li Girtîgeha Silivriyê serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk kir. Li gorî nûçeya Gazete Duvarê Kaplan derbarê hevdîtinê de gotiye ku Ahmet Turk di hucreyekê de tenê dimîne. Kaplan wiha gotiye: "Agir bi kezeba min ket. Ahmet Turk ê 74 salî û di dilê wî de pîl heye, di hucreyekê de bi tena serê xwe di tecrîtê de ye. Min xwe negirt. Televizyona wî nîne, pirtûka wî nîne, gelo hûn difikirin."

    'TURK BEHSA HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ KIR'

    Kaplan behsa desteserkirin, girtin û birina ber bi Stenbolê ya Turk dike û diyar dike ku tiştên wî bihistîne mirov dilerizand. Kaplan destnîşan kir Ahmet Turk behsa hewldanên çareseriyê kiriye û gotiye: "Hasip di demeke ku min xeyal dikir dest ji siyasetê berdim û di platformeke weke koma diyalogê de li çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê re bigerim de careke din ez di girtîgehê de me. Lê ji bilî parastina aştî û demokrasiyê ti çareya me nîne."

    Bi heman mijarî:

    Hevjîna Turk: Rewşa tenduristiya wî damîşê şertên girtîgehê nabe
    'Ahmet Turk parsekê aştiyê ye'
    Ahmet Turk hat girtin
    Ahmet Turk şandin Girtîgeha Silivriyê
    Baykal serdana malbata Ahmet Turk kir
    Hevşaredarê Mêrdînê Turk sewkî edliyeyê kirin
    Etîketan:
    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, HDP, Girtîgeha Silivriyê, Gazete Duvar, Hasip Kaplan, Ahmet Turk, Mêrdîn, Stenbol, Silivri
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de