11:08 23 Tebax 2017
Zindî
    Jean-Claude Juncker

    Komîsyona YE: Divê Ewropa dersdayîna ji bo Tirkiyeyê şûnde bigire

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3310

    Serokê Komîsyona YE Jean-Claude Juncker diyar kir ku Tirkiyeyê ji zêdetirî 3 milyon penaberan re deriyê xwe vekiriye û got, "Ez dixwazim ku Ewropa di vê mijarê de xwe ji dersdayîna Tirkiyeyê vekişe."

    Juncker ji bo televîzyona Euronewsê di derberaê têkiliyên Tirkiye û YE û qeyrana penaberan de nirxandin kir.

    Juncker derbirî ku di mijara penaberan de Tirkiye li gel Urdun û Lubnanê ji YE hîn zêde tiştan dike û ji ber vê yekê ji endamên YE xwest k udi rexneyên xwe de maqûl bin.

    Juncker got, "Tirkiye hevkarekî girîng e, ev tenê ne ji ber qeyrana penaberan e. Bêguman rastiyek jî li holê ye ku tiştê Ewropa nake lê Tirkiye zêdetirî 3 milyon penaberan dike mêvan. Ez jî ji ber vê yekê dixwazim ku Ewropa di vê mijarê de xwe ji dersdayîna Tirkiyeyê şûnde bigire. Tirkiye wek welatên Urdun û Lubanê ji Ewropayê hîn zêde tişt kir."

    'JI BER KU TIRKIYE JI XWE PIRSÊ NAPIRSE, BERSIVA WÊ JÎ TUNE YE'

    Juncker li ser muzakereyên endamtiya di navbera YE û Tirkiyeyê de jî got, "Pirsê ku divê were pirsîn ev e; Tirkiye ji bo endamtiya YE dixwaze hemû krîteran bîne cih? Ez nafikirim ku Tirkiye ev pirsa ji xwe pirsî be. Ji ber ku ev pirsa nayê pirsîn, bersiva wê jî tune ye."

    Jean-Claude Juncker di derbarê diyaloga YE ya li gel desthilatiya siyasî ya Tirkiyeyê de jî diyar kir ku ew bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re bi rêkûpêk havdîtinan pêk tîne û got, "Hevdîtinên bi awayekî enerjîk derbas dibe. Ez wî 17-18 sal in nas dikim, ew jî min nas dike."

    Etîketan:
    dersdayîn, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Komîsyona YE, Recep Tayîp Erdogan, Jean-Claude Juncker, Urdun, Lubnan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de