09:50 18 Tebax 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Gelo hevpeymanê serekên Heşdî Şebî ji xwe re kir hedef?

    © AFP 2017/ AHMAD AL-RUBAYE
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Konê serekên rêxistina Şîa ya bi navê Heşdî Şebî, ku di operasyona rizgarkirina a Mûsilê ji destê DAIŞê de cih digire, rastî êrîşê hat. Hat diyar kirin ku di dema êrîşê de balafirên hevpeymanê li hewa bûn.

    Heyder Ebadî
    © AP Photo/ Hadi Mizban
    Heşdî Şebî di daxuyaniya xwe de got, "Piştî ku (Serokwezîrê Iraqê) Heyder El Ebadî ji Balfirxaneya Tilaferê veqetiya konê ku serekên Heşdî Şebî tê de bû rastî êrîşa moşekan hat." Hat gotin ku moşek bi qasî mitroyekê an jî mitro û nîvekê nêzîkî kon ketiye û di encamê de hinek milîs birîndar bûne.

    Di daxuyaniya ku ji aliyê AAyê ve hat ragihandin de hat îdia kirin ku di encama lêkolîna komîteyê ya di derbarê êrîşê de diyar bû ku moşek ji aliyê DAIŞê ve nehatiye avêtin, moşek ji balafirê hatiye avêtin û wê demê jî balafirên hêzên hevpeymanê li hewa bûn. Ji hêzên hevpeymanê hat xwestin ku di derbarê bûyerê de daxuyaniyê bide.

    Serokwezîrê Iraqê Ebadî duh serdana Balafirxaneya Tilaferê ya ku Heşdî Şebî ji DAIŞê girtibû, kiribû û di kon de bi serekên Heşdî Şebî re civiya bû.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterên Kurd: Em ê yasaya ji bo Heşdî Şebî red bikin
    Ebadî bi Heşdî Şebî re civiya
    Caferî: "Dibe Heşdî Şebî here Sûriyeyê"
    'Heşdî Şebî dê derbeya dawîn li DAIŞê bide'
    Etîketan:
    hedefgirtin, serek, Hêzên hevpeymanê, DAIŞ, Heşdî Şebî, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Mûsil, Tilafer, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de