12:28 19 Tebax 2017
Zindî
    Cihê bûyerê - Polês - polîs

    Li Dîlokê dengê teqîneke metirsîdar

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21201

    Li Dîlokê dengê teqînekê hat. Ajansa Anadoluyê daxuyand ku dengê teqînê li navenda Dîlokê li derdora Karataş û Goleta Allebenê hat bihîstin û li ser dengê teqînê gelek polîs û tîmên agirkujiyê sewqê cihê bûyerê hatin kirin. Parêzgariya DÎlokê diyar kir ku sedema deng dibe ku ji ber firîna balafirên operasyona Mertalê Firatê be.

    Li Dîlokê îşev saet 23.30yî de dengê teqîneke mezin hat bihîstin. Dengê kul i gelek derên bajêr hat bihîstin bû sedema xofê û li ser îxbarê polîs ketin alarmê.

    DHAyê diyar kir ku rayedar di derbarê dengê teqînê de lêkolînê dike lê li bajêr rastî neyênî nehatin.

    ŞAREDARÊ ŞAHÎNBEYÊ: PIRSGIRÊK TUNE YE

    Şaredarê Navçeya Şahinbeyê Mehmet Tahmazoglu jî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand ku li nava bajêr tu pirsgirêk tune ye.

    Tahmazoglu anî ziman ku, "Ewlehî niha di derbarê dengê hat bihîstin de niha lêkolînê dike û agahiyeke teqez tune ye. Baweriya xwe bi agahiyên din neyinin."

    'PARÊZGARÎ WÊ DAXUYANIYA FERMÎ BIDE'

    Nûçegîhanê Sputnikê Hikmet Durgun jî diyar kir ku polîs ber bi cihê teqînê birê ketin û parêzgarî wê di derbarê bûyerê de daxuyaniyê bide.

    ‘DENG JI HER DERÊ HAT BIHÎSTIN LÊ CIHÊ TEQÎNÊ TUNE YE'

    Nûçegîhanê rojnameya Pusula ya Dîlokê Mehmet Torun ji bo T24ê got, "Ez bi emniyetê re axivîm, cihê bûyerê tune ye. Deng ji her dera bajêr, heta ji navçeyan jî hat bihîstin lê cihê teqînê tune ye. Wesayita bombeyî bûya jî wê dengekî wisa nehata bihîstin."

    ​Torun diyar kir ku agahî hîn nehatine pejirandin û got, "Hat îdia kirin ku roket avêtine goletê lê ne pêkan e dengekî ew qas derxista."

    FATMA ŞAHÎN: AGAHIYEKE HATIYE PEJIRANDIN TUNE YE

    Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahin jî ragihand ku di derbarê dengê teqînê de tu agahiyeke hatiye pejirandin tune ye. Şahin li ser Twitterê got, "Di derbarê teqîna Dîlokêde hêj jî agahiyeke hatiye pejirandin tune ye. Agahiya herî rast wê ji aliyê saziyên têkildar ve were dayîn."

    ​Hat diyar kirin ku bûyer dibe ku di dema firîna balafirên şer de ji ber dengê teqîna sonîk be.

    PARÊZGARIYA DÎLOKÊ DAXUYANÎ DA

    Li ser bûyerê Parêzgariya Dîlokê jî daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de diyar kir ku "Li ser dengê teqînê cendirme, polîs, peywirdarên AFADê û tîmên agirkujiyê ketin nava liv û tevgerê, di 26ê Mijdara 2016a de ji saet 00.25a şûnde tu birîndarî, mirin an jî ziyana madî nehatiye dîtin."

    ​Parêzgariya di derbarê deng de da zanîn ku dibe ku ew deng ji ber firîna balafirên operasyona Mertalê Firatê pêk hatibe û di derbarê bûyerê wê agahî werin dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Li nêzî Walîtiya Edeneyê teqîn: 2 kuştî û 33 birîndar
    Li Bexdayê teqîn: 3 birîndar
    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol teqîn: 6 birîndar
    Li Dîlokê teqîn
    Li Stenbolê teqîn
    Etîketan:
    dengê teqînê, Şaredarê Şahînbeyê, Şaredara Bajarê Mezin a Dîlokê, Sputnik, Mehmet Torun, Mehmet Tahmazoglu, Fatma Şahin, Karataş, Şahînbey, Dîlok
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de