10:07 24 Nîsan 2018
    AKP

    Avahiya AKPê ya navçeya Karabaglarê rastî êrişa çekdarî hat

    © Foto : akparti.org.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku avahiya AKPê ya navçeya Karabaglara Îzmîrê rastî êrişa çekdarî hat.

    Li gorî zanyariyên berdest, avahiya Serokatiya AKPê ya Şaxa navçeya Karabaglara Îzmîrê rastî êrişa guleyên demançeyê hat.

    Hat ragihandin ku di dema êrişa çekdarî de tu kes di avahiyê de tunebû û 4 gule rastî derî û derebeyên avahiyê hatine.

    Piştî bûyerê hêzên ewlehî çûne herêmê, ewlehiya wê girtin û kamerayên avahiyê xistin binê lêkolînê.

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyên ewlehî êrişa çekdarî ji terefê kesekî ve pêk hatiye û ji bo girtina wî xebat û lêkolînin berdewam in.

    Bi heman mijarî:

    Serokê AKPê yê Pîranê di encama êrişa çekdarî jiyana xwe ji dest da
    KCK: ‘Polîtîkayên AKPê bûye sedema êrişa balafirxaneyê'
    Li Colemêrgê êrişa li dijî wesayita rêvebirê AKPê: 1 kuştî
    Li Antalyayê li dijî wesayîta leşkerî êrişa çekdarî: 3 birîndar
    Li Stenbol êrişa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Êrişa çekdarî ya li dijî AKPê, Êrîşê avahiya AKPê, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de