01:16 24 Mijdar 2017
Zindî
    Baroya Amedê ji bo mafên zarokan û istismara zayendî daxuyanî da

    ‘’Li herêma kurdan kur ji keçan bêhtir tên îstîsmarkirin’’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 8610

    Îro Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Di rojeva Tirkiyeyê de pêşniyaza derbarê qanûna li ser sûcên îstîsmara zayendî heye. Yek ji parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Mehmet Işik diyar kir ku li herêma kurdan kur ji keçan bêhtir tên îstîsmarkirin.

    Neteweyên Yekbûyî di 20ê Mijdara 1989an de peymana ku li ser mafên zarokan hatibû amadekirin ragihand. Ev peyman li dinê her derê zû belav bû û ji bilî Amerikayê, hema bêje hemû dewletan peyman qebûl kir. Tirkiyeyê jî di sala 1995an de ji bilî sê xalên ku perwerdahiya bi zimanê zikmakî û azadiya beyanê dihundirîne temamê peymanê pejirand. Lê li gorî hiqûqnasan li Tirkiyeyê mafên zarokan her ku diçe ji berê zêdetir tê binpêkirin.

    Baroya Amedê ji bo balê bikşîne ser binpêkirina mafên zarokan, îro, di Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hat diyarkirin ku hejmara zarokên karker, zarokên di şerî de dimirin û îstîsmarên zayendî ya li ser zarokan roj bi roj zêde dibin.

    ‘'TÊN KUŞTIN, TÊN ŞIXULANDIN, TÊN ÎSTÎSMARKIRIN''

    Baroyê herwiha destnîşan kir ku di Îlona 2015an de bi mirina Alan Kurdî re dinê bi şert û mercên zarokên penaber hisiyaye lê di mafên wan û parastina wan de ti pêşketin çênebûye. Xaleke din a ku Baroya Amedê li ser sekinî jî, pêşniyaza guherandina xala 103yan ya qanûna cezayê bû. Li gorî pêşniyazên parlementerên meclîsa dewleta tirk, bi hebûna hin şertan re ku mexdûr û faîlên îstîsmara zayendî bizewicin dê cezayê faîl bê taloq kirin. Baroya Amedê diyar kir ku ew bi tu awayî vê pêşniyazê qebûl nakin.

    Yek ji parêzerên Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Işık derbarê binpêkirina mafên zarokan ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Parêzer Mehmet Işik
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Parêzer Mehmet Işik

    Işık li ser pêşniyaza ji bo qanûna li ser sûcên îstismara zayendî wiha go: ‘'Ji ber ku li Tirkiyeyê ji aliya baroyan ve bertekên tund nayên nîşan dan wê ew pêşniyaz bibe qanûn. Wisa xuya dike ku zarok ne xema ti kesî ne. Ancax û ancax, eger bi awayekî girseyî raya giştî li dijî vê pêşniyazê derbikeve wê pêşniyaz nebe qanûn. Lê mixabin, niha vê yekê em li Tirkiyeyê nabînin.''

    ‘'ZAROK NIZANIN ÎSTÎSMARKIRIN SÛC E''

    Parêzer Işıkê ku bi salan e li ser mafên zarokan lêkolînan dike diyar kir ku li hêrêma kurdan di meseleya îstismara zayendî de hejmara kurên mexdûr bûne ji ya keçan zêdetir e. Işık got: ‘'Li gorî îstatîstîk û dosyeyên gêhiştine ber destên me, li herêma me ji keçan bêhtir kur bi îstîsmara zayendî mexdûr dibin. Bi taybetî li kursên dînî ew sûc diqewime, lê wargehên ku tenê kur lê dimînin jî sûcên îstîsmara zayendî pir in. Pir caran zarok gava têne îstîsmar kirin, nizanin ku ew tiştê tê kirin sûc e. Çinku ji aliyê malbatên xwe ve ne jî li dereke din li ser meseleyên zayendî de nehatine perwerde kirin. Gava em ji bo perwerdahiya mafan diçin lîseyan û behsa vî sûcî dikin, em ferq dikin ku zarok li hev dinêrin û dibişirin dibêjin ‘Ê ew tişt tim heye, ma sûc e.' Kesên ku zarokan îstismar dikin bi awayekî rihettir dikarin xwe bigêhîjinin zarokên kur.''

    Işık destnîşan kir ku bi qanûnbûna pêşniyazê re dê kesên zarokan îstîsmar dikin rihettir hereket bikin. Iışık got: ‘'Li herêma me, bi qasî em dişopînin em dibînin ku ji aliyê mêran ve bêhtir kur tên îstîsmar kirin. Ku ev pêşniyaz bibe qanûn jî, qanûnên din rê li ber zewaca girtina mêrê faîl û kurê mexdûr digirin. Yanî dê faîl dîsa cezayê xwe bistîne. Lê keç kur ferq nake, ew qanûn dê zarokan bizewicin yan nezewicin bi her awayî mexdûr bike. Çinku li hêlekê zewac heye, li helekê jî wê bi qanûnê re rihetiyek ji bo kesên zarokan îstîsmar dikin çêbibe.''

     

    Bi heman mijarî:

    İHD: Li Rihayê emniyetê şikeft kiriye îşkencexane û îşkenceya zayendî dike
    Mamosteyê îstîsmara zayendî pêk anît hate girtin
    Di şerê Mûsilê de yên herî mexdûr dibin, zarok in
    Balafirên Hevpeymanê li Reqqayê li sivîlan xist: Jê 7 zarok 23 mirî
    Li Şirnexê teqîn: 3 zarok mirin 3 jî birîndar bûn
    Rûsya: Milîtanan li Helebê êrîş bir ser dibistanê, 3 zarok mirin
    Etîketan:
    istismara zayendî, zarok, zewac, Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî, Mehmet Işık, Alan Kurdî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de