07:11 24 Gulan 2018
    YPG

    230 şervanan sonda têkoşîne xwar û tev li YPGê bûn

    © Foto: FB
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    tevlîbûna şervanên nû li YPGê berdewam e. Duh 230 şervanan sonda têkoşîne xwar û bi merasîmekê tev li hêzên HSDê bûn ya ku YPG pêşengiya wan dike.

    Êriş, operasyon û bombebarankirin li dijî YPGê berdewam ê, lê şervanên nû jî tev li YPGê dibin.

    Akademiya Şehîd Ezîz a Leşkerî ji 230 şervanên ji pêkhateyên ereb yê ji eşîrên Begara û Niêm dewreyeke perwedeyê vekir. Dewreya perwedehiyê bi navê dewreya Şehîd Demhat li bajarokê Silûkê hatibû destpêkirin. Piştî ku şervanan perwedeya xwe ya leşkerî û bîrdozî bi dawî kir, dewre bi merasîmekê bi dawî bû û wan sonda têkoşînê xwar.

    Endamên Birêveberiya Têkiliyan a YPGê û şêxên êlên Begara û Niêm beşdarî merasîmê bûn. Merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir. Paşê Endamê Birêveberiya Navenda Têkiliyan a YPGê Çiya Kobanê, Şêxê êla Niêmê Hemed Şêxê û Şêxê eşîra Begara Xelaf EL-Nehir axivîn.

    Di axiftinan de hat gotin ku gelê herêmê dê bi hemû hêza xwe parstina xwe bikin û dê rê nedin ti hêzên derve ku bi vîna pêkhateyan bilîzin.

    Bi heman mijarî:

    YPG 3 gund rizgar kirin û ber bi Reqqayê ve bi pêş ve diçin
    YPG hişyar kir: Em ê bersiva êrişên Tirkiyeyê bi tundî bidin
    "Tirkiye û Amerîkayê li hev kir, YPG li derve ma"
    Ji Enqereyê bo YPG'ê: Dest ji kantonan û El Babê berdin!
    Etîketan:
    şervan, merasîm, Akademiya Şehîd Ezîz a Leşkerî, HSD, ypg, Şêxê êla Niêmê, rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de