12:20 27 Gulan 2018
Welîd Mûellim

"Ne Tirkiye û ne jî HSDê dikarin Reqqayê kontrol bikin"

© AP Photo / Andrew Kelly
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 02

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê derbarê operasyona Reqqayê de got, ne Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nikarin Reqayê rizgar bikin û ne jî Tirkiye dikare.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Muelim îro di konferanseke rojnemevanî de li Şamê derbarê operasyona rizgarkirina Reqqayê de got ku Amerîka, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bo qonaxa dorpêçkirina Reqqayê bi kar tîne û li gel Tirkiyeyê jî derbarê siberoja Reqqayê de rêkeftinek daniye.

Herwiha Muelim got, ne HSD dikare Reqqayê kontrol bike û ne jî wê Tirkiyeyê bikare.

"XWESERÎ HAT REDKIRIN"

Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, Wezîrê Derve yê Sûriyeyê eşkere kir ku Nûnerê NYyê yê taybet bo Sûriyeyê Steffan De Mistura pêşniyarek pêşkêşî Sûriyeyê kiriye ku herêmeke birêveberiya xweser li rojhilatê Helebê li deverên di bin desthilata HSDê de were avakirin.

Muelim teqez kiriye ku Şamê ew pêşniyara De Mistura red kiriye, ji ber ku avakirina devereke birêveberiya xweser li ser xaka Sûriyê, binpêkirina serweriya Sûriyeyê ye û xelatkirina terorê ye.

"BILA TRUMP DEST JI PIŞTGIRIYA KOMÊN TERORÎST BERDE"

Wezîrê Sûriyeyê derbarê serokê nû yê Amerîkayê de jî axivî û wiha got: "Tiştê em ji serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump dixwazin, ne ew e ku tenê piştgriiya komên terorê rawestîne lê belê em dixwazin wan hêzên herêmî yên piştgiriya wan koman dikin jî rawestîne. Divê em li hêviyê bin."

 

Bi heman mijarî:

"HSD hêza herî biqabiliyet e"
HSD: Operasyona Reqqayê bi navê Xezeba Firatê dest pê kir
HSD: Li hemberî DAIŞiyên ku ji Mûsilê birevin, me tedbîr li ser sînor standiye
Amerîka: HSD ji Minbicê derketiye
HSD: Civaka navdewletî siyaseteke dualî dimeşîne
Artêşa Amerîkayê: Tirkiye û HSD wek hev ji me re giring in
HSD: ‘Tirkiye li Cerablûsê şanoyê dike'
Etîketan:
NY, HSD, Staffan de Mistura, Welîd Muelim, Reqqa, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de