23:28 22 Nîsan 2018
    Şekir

    Li Rojavayê şekir ji 900 lîreyî daket 550

    © Flickr/ Pay No Mind
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku buhayiya kîloya şekir gihişt 900 lîreyê sûrî li bajarê Hesekê yê Kantona Rojavayê, dîsa erzan bû û buhayiya wî gihişt 550 lîreya sûrî.

    Piştî ku saziya mezêxerî li bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê kîloya şekir bi 400 lîreya sûrî firot, buhayiya şekir ji 900 lîreyî daket 550 lîreyî.

    Saziya Mezêxeran a Giştî ya girêdayî hikûmeta Sûriyeyê li Hesekê ragihand ku "10 ton şekir hatine parêzgeha Hesekê û ji roja şemiyê de, êdî li salonên firotinê tê firotin."

    Herwiya saziyê teqez kir ku ew ê zêdetir 100 ton şekirî ji Şamê bo Hesekê werin şandin û ew ê beş bi beş were şandin.

    Ji aliyê din ve, ev beşa pêşî ya şekir ji Şamê hat balafirgeha Qamişloyê, piştî ku Saziya Giştî ya Bazirganiya Hundirî û Parastina Mexêzerî rêkeftineke bi fabrîqeya hilberandina şekirî re danî.

    Hêjayî gotinê ye ku kîloya şekir li Serê Kaniyê bi 625 lîreyan lê li Amûdê, Dêrik û Qamişloyê nayê peydakirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Amerîka û Fransayê serdana Rojava kir
    Li sînorê Tirkiyê û Rojava kamera hatin bicîkirin
    Li Rojava Yekemîn Festîvala Filman destpê kir
    "Tirkiye êrîş dike, bila pêşmerge derbasî Rojava bibin"
    ROJAVA - Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike
    'Amerîka dixwaze li Rojava baregeheke mayînde ava bike'
    Li Rojava mayin teqiya: 2 Şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dan
    Li Rojava emîrekî îstixbarata DAIŞê hat kuştin
    Etîketan:
    şekir, Qamişlo, Serê Kaniyê, Amûdê, Sûriye, Şam, Rojava, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de