09:03 28 Gulan 2018
Heşdî Şebî

Ehl El-Heq: Tirkiye nikare rê li ber me bigire

© Sputnik / Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Milîsên şîî yên Iraqê yên bi navê Eshab Ehl El-Heq bi daxuyaniyekê ragihand ku helwesta Tirkiyeyê ya li ser derbasbûna Heşdî Şeibî bo TilEferê dê nebe asteng ji wan re.

Berdevkê Eshab Ehl El-Heqê Cewad El-Tiyabiwî di daxuyaniya xwe ji bo Skypressiqê de wihaa got: "Hişyariya Tirkiyeyê ji bo Serokwezîrê Iraqê Heyder El-Ebadî ta ku Heşdî Şeibî nekeve Tileferê piştgirî daye dewletên wek Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî û Qeterê yên ku piştgiriyê didin terorê. Em hemû destwerdanên derveyî red dikin."

Herwiha berdevkî diyar kir ku Heşdî Şeibî li herêmê li hêviya fermanê ye ta ku têkeve bajarî. Mirov gişt dipên ku Tilefer bê rizgarkirin. Destwerdanên derve li Iraqê nayên qebûlkirin."

Ji aliyê din ve, Tiyabiwî teqez kir ku Tilefer bajarekî iraqî ye û wiha got: "Tenê zarokên wî bajarî dikarin wî rizgar bikin. Em qebûl nakin ne Tirkiye û ne jî mihwereke din destwerdanê di karê me yê navxweyî de bike."

 

Bi heman mijarî:

ÎDIA - Heşda Şebî bajarê Tirkmenan dorpêç kiriye
Heşda Şeibî, rojane 40 hezar bermîlên petrolê bi qaçaxî derbasî Îranê dike
Heşda Şebî: Riya di navbera Reqqa û Mûsilê ya DAISiyan hat birîn
Heşda Şebî: Em hêvî dikin ku terorîstên DAIŞê ji Reqqayê bên Mûsilê
Hêzên Hevpeymanê bi şaşî li Heşda Eşîran xist: 20 kuştî
Li Bexdayê êrîş li dijî Heşda Eşîran pêk hat
Etîketan:
Eshab El-Heq, Heşdî Şeibî, Cewad El-Tiyabiwî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Erebistan Siûdî, Qeter, Tirkiye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de