23:18 21 Gulan 2018
    Hevserokê HDPê yê Stenbolê Dogan Erbaş

    HDPa Stenbolê dixwaze partî bi awayekî xurttir li parlementoyê be

    © Foto : Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevseorkê HDPê yê Stenbolê, Dogan Erbaş îro di mîtînga xwe ya Stenbolê de biryara xwe ya dawî derbarê beşdariya di Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî û diyar kir ku meyla rêxistina partiyê ya Stenbolê ew e ku partî bi awayekî çalaktir vegere parlementoyê.

    Îro yekşemî HDPê li gel Hereketa Yekgirtî ya Hezîranê, li navçeya Kartalê ya Stenbolê, bi dirûşma "Em Teslîm Nabin" mîtîngek li dar xist.

    Di mîtîngê de Hevseorkê HDPê yê Stenbolê, Dogan Erbaş axivî û li ser beşdarbûn partiya xwe di Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

    Erbaş got, piştî civîna li gel endam û rayedarên partiyê, biryar hat dan ku HDP bi awayeke bihêztir û bi bandortir beşdariyê di civînên Parlamentoya Tirkiyê de bike.

    HDPê pêştir ragihandibû, ew dê ji ber biryarên Hikûmeta Tirkiyê yên bo girtina şaredarên wan û DBPê û herwiha girtina Hevserok û çend parlamenterên HDPê, xebatên xwe yên di Parlamentoya Tirkiyeyê de rawestîne.

    Ji aliyê din ve, Erbaş ji hesabê xwe yê Twitterê teqez kir ku nîqaşên li ser vegera parlementoya Tirkiyeyê hîn berdewam dikin û wî tenê meyla rêxistina partiyê ya Stenbolê eşkere kiriye.

    Bi heman mijarî:

    HDP wê biryara parlamentoyê ji gel bipirse
    HDP: Rejîm biguhere dê xeta polîtîkaya navnetewî jî biguhere
    HDP: 'Plana Byê ketina partiya me ye'
    HDP: Gel çawa bixwaze wê wisa bibe
    Kurdên Kurdistana Îranê: HDP ne bi tenê ye
    HDP: Em ê xebata xwe ya qanûndanînê rawestînin
    Etîketan:
    parlemento, biryar, HDP, Dogan Erbaş, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de