17:10 22 Çile 2018
Zindî
    Polîsan Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dorpêç kirin

    Qeyûm hatin, malper û rûpelên şaredariyan guherîn!

    © Sputnik/ O. Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Omer Faruk Baran
    0 0 0

    Bi hatine qeyûman re, reng û rûyên rûpel, malper û hesabên înternetê yên şaredariyên navçe û bajarên kurdan hêdî hêdî tên guhartin. Di vê guhertinê de, hesabên salan ên ku hejmara şopînerên wan li ser Facebook û Twitterê bi ser 100 hezarî xistiye tên girtin û hinek hesabên din ên nû vedibin.

    Dewleta tirk ji 11ê Îlonê heta 17ê Mijdarê li 34 şaredariyên navçe û bajarên kurdan qeyûm tayîn kirin. Malper, rûpel hesabên Facebook û Twitterê yên van şaredariyan ji nû ve tên dizaynkirin, çêkirin.

    Yek ji wan rûpela ku nû vebûye rûpela Facebookê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Rûpela ku navnîşana wê https://www.facebook.com/diyarbuyuksehir/ e di 3ê Mijdarê de hatiye vekirin. Qeyûm ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re di 1ê Mijdarê de hatibû tayînkirin.

    "HEASBÊN NÛ JI BI MEDYA CIVAKî TÊN VEKIRIN"

    Heta niha 561 kesan rûpela Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ecibandiye. Li gor agahiyên ku Sputnik Kurdistanê ji xebatkarên şaredariyê girtiye, di rûpela Facebookê ya berê de bi sed hezaran kes hebûne. Xebatkar herwiha diyar dikin ku şopînerên Twitterê jî dîsa sed hezar bûne. Li ser Twitterê jî hesabek li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye vekirin lê ev hesabê ku tenê şaredariyên bajarên tirkan dişopîne, hîn ji Twitterê îşareta fermîbûnê nestandiye.

    TENÊ NÛÇEYA HATINA QEYÛMÎ, DI MALPERA SÊRTÊ DE HEYE

    Li ser malperên van şaredariyên bi qeyûm jî ji nû ve dizaynkirin dewam dike. Di malpera Şaredariya Sêrtê de hemû nûçeyên berî ku qeyûm were tayinkirin hatine rakirin. Niha di malperê de tenê nûçeya hatine qeyûm heye. Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û ya Şaredariya Dêrsimê di çêkirinê de ye, venabin. Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de hîn ti guhertin tune. Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî hîn di çêkirinê de ye. Li gorî agahiyên ku Sputnik Kurdistanê ji xebatkarên şaredariyê girtine, malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê sibê dîsa bi duzimanî, bi kurmancî û tirkî dest bi weşanê bike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Şaredariya Sêrt û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin
    Ji bo şaredariya Gimgimê qeyûm hate tayînkirin
    Ji bo Şaredariya Şirnexê qeyûm hat tayînkirin
    Li Amedê qeyûm dest bi kar kir
    Ji bo Şaredariya Amedê qeyûm hate tayînkirin
    ‘Ji bo şaredariya Amedê wê qeyûm bê tayînkirin’
    Etîketan:
    malper, şaredarî, QEYÛM, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de