07:08 23 Çile 2018
Zindî
    Welîd Mûellim

    Sûriye: Êdî her kes dizane ku Tirkiye piştgiriya terorê dike

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelim teqez kir ku ti hevahengî di navbera wan û Tirkiyeyê de tine û ya dawî erda Sûriyeyê dagir kiriye û ew piştgiriya terorê dike.

    Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd El-Muelim piştî hevdîtina xwe bi Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura re, civîneke çapemeniyê li dar xist û teqez kir ku ew bawer dikin ku çareseriya Sûriyeyê di rêya diyaloga sûrî-sûrî de ye, bê ku ti aliyê biyanî destwerdanê tê de bike.

    Herwiha Muelim diyar kir ku baweriya Şamê bi rola NYyê û rêzgiriya wan ji serweriya welatan re tê.

    "HERKES PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ JI TERORÎSTAN RE DIBÎNE"

    Ji aliyê din ve, Muelim hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê wek dagirkerî bi nav kir û wiha got: "Pêşî divê em teqez bikin ku ti hevahengî di navbera me û Tirkiyeyê de di mijara dagirkirina wan ji Sûriyeyê re tine. Em van terorîstên ku Tirkiye xwe li dû wan veşêrin terorîst dihesibinin…Ji xwe êdî her kes dibîne bê Tirkiye çawa piştgiriyê xurt a Tirkiye dide van terorîstan".

    "NAVE MISIR WEK TEMAŞEVAN BIMîNE"

    Derbarê têkiliyên Sûriye û Misrê de jî, wezîrê sûrî teqez kir ku gotara misrî li himberî Sûriyeyê hatiye guhertin lê negihiştiye asta Sûriye bi xwe dixwaze û wiha got: "Nabe Misira bêhempa wek temaşevan li Sûriyeyê binere."

    Muelim teqez kir ku ew piştgiriya Misirê di şerê wan li dijî terorê de dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: "Di êrişa Fetih El Şamê ya Helebê de 84 kes hatin kuştin"
    Sûriye belav bibe dê Kurdistan ava bibe
    Peskov: Ji bo Sûriye nekeve destên cîhadîstan, divê Esad li desthilatê bimîne
    Sûriye: Tirkiye axa me dagir kiriye dê li dijî hêza dagirker derkevin
    Sûriye: Em ê balafirên Tirkiyeyê yên qada me derbas bikin, bixînin
    Sûriye: Daxuyaniya hevpar yên Wezîrên Karên Derveyê ya YEyê bêwateye
    Sûriye: Ji bo dijberî ji Helebê derkeve, artêş vedikişe
    Etîketan:
    Welîd Muelim, Tirkiye, Misir, Heleb, Amerîka, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de