15:49 23 Gulan 2018
    kurd-zarok-rojava-

    Şandeke Amerîka û Fransayê serdana Rojava kir

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner û Balyozê berê yê Amerîkayê li Croatiya Peter Kalbrais çûn serdana Rojava.

    Hat ragihandin ku vê sibehê, şandeyek ji Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransayê û damezirênerê rêxistina Bijîşkên Sînornenas Bernard Kouchner û Balyozê berê Amerîkayê yê li Croatiya Peter Kalbrais, di ser deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bûn.

    Kouchner û Kalbrais ji aliyê Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah, Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl û Hevserokê Desteya Karên Derve ya Herêma Cizîrê Ebdullkerîm Sarûxan ve hatin pêşwazîkirin.

    Li gorî agahiyên ajansa ANHAyê Kouchner û Kalbrais ji bo nirxandina rewşa siyasî û pêşveçûnên li herêmê çûne serdana Rojavayê. Şande li gel nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojava civiya û geşedanên vê dawiyê yên li cîhanê û herêmê nirxandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Tirkiyê û Rojava kamera hatin bicîkirin
    Li Rojava Yekemîn Festîvala Filman destpê kir
    "Tirkiye êrîş dike, bila pêşmerge derbasî Rojava bibin"
    ROJAVA - Artêşa Tirkiyê Efrînê topbaran dike
    Salih Muslim li Swêdê bang kir: Piştgiriya gelê Rojava bikin
    'Amerîka dixwaze li Rojava baregeheke mayînde ava bike'
    Etîketan:
    şande, serdan, TEV-DEM, Croatiya Peter, Bernard Kouchner, Aldar Xelîl, Asya Abdullah, Cizîr, Fransa, Amerîka, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de