20:38 26 Gulan 2018
Ebdulfetah El Sîsî

Sîsî: Bi ya min Trump wê hîn zêde bi mijarên herêmê re leqeder bibe

© REUTERS / Tiksa Negeri
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Serokomarê Misirê Sîsî hilbijartina Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump nirxand û got, "Bi ya min Treump wê bi mijarên herêmê re hîn zêde elqeder bibe wê di vê mijarê paşveçûyinek nebe."

Serokomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî di gotûbêjeke xwe de li ser pirseke Trump wê polîtîkayên xwe Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dûr bixe an na, got, "Amerîka li herêmê roleke stratejîk dilîze. Bi ya min Trump wê hîn zêde bi mijarên herêmê re eleqeder bibe wê di vê mijarê de paşveçûnek jî çênebe.

Sîsî derbirî ku daxuyaniyên pêvajoya hilbijartinê û yên piştî peywirê wê ji hevdu cuda bin û diyar kir ku hîn zû ye ku di vê mijarê de hikmekî bidin.

Piştî teqezbûna hilbijartinên Amerîkayê serokê ku cara pêşîn li Trump geriya û ew pîroz kir, Sîsî bû.

 

Bi heman mijarî:

Ji Misirê ji bo kesên ku di bûyera balafirê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî
Rûsya: Seferên balafir ên Misirê dibe ku heta dawiya salê destpê bikin
Li Misrê hişyarî ji bo welatiyên tirk hat dayîn: Dernekevin derve
Hêzên danînê yên hewayî yên rûs cara ewil li Misrê ne
Li Misrê êrişa bombeyî: Leşkerek hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
Hişyariya DYAyê Misrê 'aciz' kir
Etîketan:
eleqeder bûn, mijar, herêm, Serokê nû yê Amerîkayê, Serokomarê Misirê, Ebdulfettah El Sîsî, Donald Trump, Misir, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de