18:42 27 Gulan 2018
Operasyona Reqqayê - HSD - YPG

HSDê ew bajaroka stratejîk ji DAIŞê girt

© Foto : Sputnik/ Hikmet Durgun
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi pêşengtiya YPGê di çarçoveya operasyona Reqqayê de bajaroka stratejîk a bi navê Tilsemerê ji destê teroîstên DAIŞê derxistin.

Bajaroka Tilsemer a 17 kîlomitroyan bi bakurê Reqqayê dikeve di encama şerê giran ên 2 rojan de ji destê DAIŞê hat derxistin. Yek ji fermandarên HSDê Serdar Hecî ji bo Sputnikê axivî û got operasyona Reqqayê ber bi serkeftinê diçe û her roj cihên nû ji destê DAIŞê tên girtin. Hecî da zanîn ku bajaroka Tilsemerê di encama şerê 2 rojan de hat girtin û bi girtinê vê bajarokê DAIŞê derbeyeke din xwar.

Li gel ê yekê li gorî agahiyên ji çavkaniyên HSDê di çarçoveya operasyona Xezeba Firatê de heta niha bi qasî 570 km2 ji destê DAIŞê hatiye girtin. Hat diyar kirin ku li gundên ku ji DAIŞê tên girtin, gelek mayîn û bombe hatine bicihkirin û hat gotin ku tîmêb pispor ên HSDê heta niha 1250 mayin û teqemenî bêbandor hiştine û hîn jî gundên nehatine paqijkirin hene.

Operasyona Reqqayê
© Sputnik / Sputnik
Qonaxa yekemîn a Operasyona Reqqayê ya ev 16 roj in berdewam dike, hat temam kirin û qonaxa duyemîn ji 3 aliyan ve destpê kir. Bi qonaxa duyemîn tê armanckirin ku tevahiyê derdora Reqqayê were dorpêçkirin û bi qonaxa sêyemîn jî wê têkevin navenda Reqqayê. Hat diyar kirin ku 24 kîlomitro maye ku HSD bigihêjin navenda Reqqayê.

Her wiha hat ragihandin ku balafirên hêzên hevpeymanê jî sengerên DAIŞê û wesayitên wan ên bombebarkirî îmha dikin.

Etîketan:
girtin, stratejîk, operasyon, DAIŞ, YPG, Fermandarê HSDê, Serdar Hecî, Bajaroka Tilsemer, Reqqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de