10:31 23 Çile 2018
Zindî
    Polês

    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol teqîn: 6 birîndar

    © Foto: AA/ Yılmaz Kazandıoğlu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Amedê li hemberî kafeyeke bi alkol, ku gava stranbêja bi navê Aleyna Tilki derket ser sehneyê êrîş hat pêk anîn.

    Li Amedê li navçeya Peyasê lê pêş kafeyeke ku gava stranbêja bi navê Aleyna Tilki derket ser sehneyê têqîn pêk hat û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansên hatin cihê bûyerê sewqê nexweşxaneyan hatin kirin. Hat diyar kirin ku teqemeniyeke bi destan çêkirî bûye sedema teqînê.

    Hat dest nîşan kirin ku piştî teqînê îzdiham çêbûye û temaşevan xwestin tavilê kafeyê biterikînin. Her wiha menajera Tilki, Melek Sarigil got teqîn ji aliyê hinek kesên nikarîbûn têketana hundir hatiye pêk anîn û got di êrîşê de camên kafeyê şikestine û rewşa Tilki bi xwe jî baş e.

    Aleyna Tilki 16 salî ye û bi pêşbirkeke dengan nav dabû û ji ber ku li cihê bi alkol derdiket ser sehneyê bûbûb sedema nerazîbûnê.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê polîsek mirî hat dîtin
    Dîmenên wesayita êrîş a li Amedê derketin holê
    Nasnameya 7 miriyên teqîna Amedê eşkere bû
    Teqîna Amedê - 2 jê polîs 9 kesan jiyana xwe ji dest da û bêtirî 100 birîndarî
    Etîketan:
    birîndar, teqîn, Aleyna Tilki, Peyas, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de