16:34 22 Gulan 2018
    İbrahim Kalin

    Tirkiye: Em nahêlin ku Sîncar bibe Qendîl a duyemîn

    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahim Kalin ragihand ku teqez derstûrê nadin ku herêma Sîncarê bibe Qendîla duyemîn. Eger gavek wiha bê avêtin Tirkiye çi pêwist be dê pêk bîne.

    Hêzên PKKê
    © Foto : Yeni Ozgur Politika
    Kalin di Fûara pirtûkan ya li Navenda Kongreyê û Fûarê yê bajarê Stenbolê de axivî û derbarê PKKê û Sîncarê de pirsên rojnamevanan bersivand.

    "PKK BI REWŞEK FÎÎLÎ LI BAJÊR DIXWAZE HÊZEK AVA BIKE"

    Berdevkê Serokomar Kalin destnîşan kir ku PKKê li bajêr dixwaze rewşek fîîlî ava bike, wî yekê jî parastina êzidiyên li bajêr ji xwe re dike hîncet.

    Kalin diyar kir ku niha herêma Sîncarê di bin metirsiya DAIŞê de nîne. Beriya niha bi pêşengiya Mesûd Barzanî Hêzên Pêşmerge ji xwe operasyon pêk anîtibûn û piraniya bajêr ji DAIŞê hatibû paqijkirin. Dixuye ku PKKê rewşek fîîlî li bajêr ava bike û kontrola bajêr bixe bin kontrola xwe.

    Beriya niha Serokomarê me jî ji xwe eşkere kiribû. Ez jî carek din dibêjim ku em teqez destûr nadin ku Sîncar bibe Qendîl a duyemîn. Tirkiye di vê mijarê de tewdîrên hewce çibe dê pêk bîne û gav biavêje.

    Kalin li ser pirsa sewqiyata leşkeri ya ser sînor jî wiha bersivand û da zanîn ku ev yek wek tevdîrên li hemberî PKKê û DAIŞê bên dîtin û wiha pê de çû:

    "Ev yek divê neyê wateya amadekariya li dijî serweriya Iraqê. Em bi temamî ji bo ewlehî ya van tevdîran digirin. Heta îro ji axa me ve ji bo Iraqê tehdîdek çênebûye, lê mixabin ji aliyê Iraqê ve ji bo welatê me gelek tehdît çêbûne. Ev yek jî ji bo ku PKKê li vir xwe bicih kiriye û bo Tirkiyeyê tehdît dewam dike."

    Bi heman mijarî:

    "Tirkiye dê Efrînê dagir bike"
    İlham Ehmed: Tirkiye li Şehbayê demografiyê diguherîne
    ‘Tirkiye Babê topbaran dike’
    'Tirkiye ji bo endamtiya YE ne amade ye'
    Etîketan:
    sîncar, qendîl, Îbrahim Kalin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de