08:46 24 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞê sivîlên Tileferê bi çek kir

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Terorîstên DAIŞê piştî dorpêçkirin û kontrolkirina beşek ji Tileferê ji aliyê hêzên Iraqî ve, dest bi kuştinan kir.

    Serbazekî leşkerî yê Iraqê ku nexwestiye navê xwe bêje ragihandiye, piştî kontrolkirina balafirxaneya Tileferê ji aliyê hêzên Heşdî Şabî ve, DAIŞê dest bi girtina dezgeh û saziyên xwe yên li bajêr kiriye.

    Heşdî Şebî
    © AFP 2018/ MARWAN IBRAHIM
    12 SUNNÎ KUŞTIN

    Serbazê leşkerî eşkere kir ku DAIŞê ji doh ve herî kêm 12 polîsên ‘Hesebe' û leşkerên ‘Navenda Serbazî' yên sunnî li başûrê Mûsilê kuştine.

    DAIŞÊ DAYE MILÊ SIVÎLAN

    Heman çavkaniyê ragihand ku terorîstên DAIŞê gelê sivîl neçar kirine çek hildin û ew li nav bajarê Tileferê belav kirine ji bo berevaniyê bikin.

    Hêjayê gotinê yê bajarê Tilefer ê bi ser wîlayeta Mûsilê ve sala 2014an ketibû kontrola DAIŞê û 600 leşkerên Iraqê jî tevî 60 wesayîtên leşkerî xwe spartibûn hêzên Pêşmerge.

    Bi heman mijarî:

    Iraqê hejmara koçberên Mûsilê ragihand
    Artêşa Iraqê 25% ji rojhilatê Mûsilê kontrol kir
    'Pêşmerge li Mûsilê kembera ewlehiya DAIŞê şikand'
    Di şerê Mûsilê de nûçegîhanekî Kurd birîndar bû
    Li Mûsilê fêrgeha zarokan a DAIŞê hat dîtin
    Etîketan:
    Biçekirina sivîlan, DAIŞ, Serbazê Iraqî, Balafirxaneya Tileferê, Heşdî Şabî, Tilefer, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de