10:34 24 Çile 2018
Zindî
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Ocalan û Erdogan seroktiyê dixwazin

    © Foto: AA/ Mehmet Ali Özcan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Serokê Giştî yê CHPê rexne li anîna sîstema seroktiyê kir û got, tenê Ocalan û Erdogan sîstema seroktiyê dixwazin.

    Serokê Giştî yê Partiya Komara Gel a Tirkiyê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu got, 'Birêz Erdoğan bi israr sîstema seroktiyê dixwaze bîne, lê yek jî di hûndir de ye, ew jî Abdullah Ocalan e.'

    'ME PIŞTGIRÎ NEDAYE DARBEYA DIJBER'

    Kemal Kiliçdaroglu li Trabzonê beşdarî civîna nûnerên saziyên sivîl û endamên partiya xwe bû û rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin.

    Kiliçdaroglu da zanîn ku hewldana darbeya 15ê Tîrmehê hemû aliyên Tirkiyê nêzîkî hev kirine, lê wan tenê piştgirî daye demokrasiyê nedaye darbeya dijber.

    "Rewşa Awarte ragihandin, ev yek rewa ye. Lê ma çi pêwendiya rewşa awarte bi rakirina hilbijartinên serokên zanîngehan heye? Çima parlamento ji kar ketiye? Bi hezaran kesan niha dikin goriyê vê darbeyê. Ev yek li dijî mafê mirovan e. Em dizanin ku berî 15ê Tîrmehê haya wan ji hewldana kodetayê hebû. Darbeyek hatiye kirin lê hikûmet li hember vê bixwe jî darbeyekê dike. Em vê qebûl nakin. Divê hemû kes bi azadî nêrînên xwe bêje."

    'TENÊ SEROKTÎ BO WAN GIRÎNG E'

    Kiliçdaroglu nîqaş û amadekariyên li ser sîstema seroktiyê jî rexne kir û wiha axivî:

    "Derdê me hemû li ser vê yekê ye. Dolar bilind bûye, tawan zêde bûne, 6 milyon kes bê kar maye, mirov di kanên madenan de dimrin, lê ev ne giring in. Tenê ya giring mijara serokatiyê ye ji bo wan. Niha jî dibêjin serokomariya ser bi partiyan. Serokomarên din nûnertiya me dikirin lê yê niha nake."

    OCALAN JÎ DIBÊJE; SEROKTÎ

    Serokê CHPê destnîşan kir ku bi anîna sîstema serokatiyê hikûmet dixwaze sîstema rejîma 140 salan biguhere.

    "Li Tirkiyê du kes sîstema serokatiyê dixwazin; yek ji wan serokomar Recep Tayyip Erdogan û yê din jî Abdullah Ocalan e. Erdogan di sala 1993yan de digot, emperyalizma Amerîkayê dixwaze sîstema serokatiyê ji bo me bîne. Lê niha bixwe dixwaze. Ocalan jî dibêje, em ê piştgiriyê bidin serokatiya Tayyip beg. Dibêjin, em ê tev de azad bibin. Em dikarin ligel AKPê rêkeftinê bikin."

    Bi heman mijarî:

    CHP: AKP bi girtina parlamentaran xizmeta terorê dike
    CHP: "Girtina parlamenteran li dijî Destûra Bingehîn e"
    CHP, bo betalkirina KHKê careke din serî li Dadgeha Bilind da
    CHP bertek da operasyona Cerablûsê
    AKP-CHP-MHP: Bila HDP têkiliyên xwe bi PKKê qut bike
    Etîketan:
    Guherîna sîstemê, Abdullah ocalan, Recep Tayyîp Erdogan, Sîstema Seroktiyê, Kemal Kiliçdaroglu, CHP, TIRKIYE, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de