12:51 22 Çile 2018
Zindî
    Hêzên Sûriyeya Demokratîk

    Şervanên Xezeba Firatê gundê Til Semenê rizgar kirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21

    Operasyona Xezeba Firatê ku pêşengiya wê hêzên kurd dikin dewam dike. Hate ragihandin ku Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Til Semenê ku gelek stratejîke ji rêxistina terorîst DAIŞê rizgar kirine.

    Hemleya rizgarkirin bajarê Reqqayê ji DAIŞê ku 5ê Mijdarê hat destpêkirin, bi hemû dijwariya xwe dewam dike û pêşveçûna Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê jî ber bi Reqqayê ve dewam dike.

    Li gorî zanyariyên ku ji herêmê hatin wergirtin Şervanên Xezeba Firatê gundê stratejîk Til Semen piştî şerek dijwar ji terorstan rizgar kirine û şervanan dest bi paqijiya mayin û kemînên DAIŞê kirine.

    Hate diyarkirin ku gundê Til Semenê 26 kîlometro dûrî Bajarê Reqqayê ye û ji aliyê kontrolkirinê ve gelek stratejîk e.

    Bi heman mijarî:

    Heşdî Şebî: "Ji bo em girêdana DAIŞê ya Iraq û Sûriyeyê bibirin me operasyon kir"
    Çavuşoglu: Heke ji hêla Iraqê gef li Tirkiyê bên xwarin wê operasyon çêbibe
    Hêzên Senadîd wê beşdarî pêngava ‘Xezeba Firatê' bibin
    Pêşveçûna Şervanên Xezeba Firatê dewam dike: 2 gund û 3 mezra hatin rizgarkirin
    Bîlançoya ‘Xezeba Firatê’ hate eşkere kirin
    Etîketan:
    stratejîk, DAIŞ, rizgarikirin, gund, şervan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de