13:08 26 Gulan 2018
Penaber Yûnanistan - Makedonya

Penaberan di şewatê de firar kirin

© REUTERS / Yannis Behrakis
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Îro seet li derdora 11.00an de li Navenda Paşveşandin a Penaberan a Kumkapiyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket, di dema şewatê de bi dehan penaber firar kirin.

Îro seet li derdora 11.00an li Navenda Midûriyeta Paşveşandin a Walitiya Stenbolê ya Kumkapiyê ji ber sedemeke ne diyar şewat derket, di dema şewatê de bi dehan penaber firar kirin. Hêzên ewlehî derheqê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û hat îdîakirin ku penaber ji bo ku bikaribin firar bikin bi zanebûn agir berdane avahiyê.

Li ser îxbara şewatê gelek wesayîtên agirkuj, tîmên tendirustî, ambulans û hêzên ewlehî çûne cihê bûyerê û penaberên ku li navendê diman derxist bexçeyê pişt avahiyê.

Hêzên ewlehî li derdora avahiyê bergirî girtin û wesayîtên agirkuj ku ji navçeyên Fatih, Beyoglu û ji Bayrampaşayê çûbûn mûdaxeleya agir kirin. Şewata avahiyê bi mûdaxeleya agirkujan hat kontrolkirin, lê 3 kes bi sivîkî birîndar bûn.

Di vê navberê de di dema şewatê de 50 penaberên ku li avahiyê diman firar kirin. Li gorî nûçeya DHAyê penaberên ku li avahiyê diman ji ber şert û mercên tunda gir berdan amûrên avahiyê, li ser vê polêsan jî mûdaxele kir. Piştî mûdaxeleya polêsan penaberan derî şikandin û firar kirin. Dîmênên polêsan ku li pey penaberan gule berdane hewayî kete kamerayan.

Bi heman mijarî:

Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
Etîketan:
Penaberan firar kir, Navenda Midûriyeta Paşveşandin a Walitiya Stenbolê, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de