03:16 26 Gulan 2018
Mûsil - Operasyon - koçber

Iraqê hejmara koçberên Mûsilê ragihand

© REUTERS / THAIER AL-SUDANI
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Ji destpêka operasyona Mûsilê ku 17ê Cotmehê destpê kiribû heta niha bi deh hezaran niştecihên bajêr koçber bûn.

Nûnerê Fermangeha Wezareta Koç û Koçberiyê ya Iraqê Ziya Selal îro şemiyê bi daxuyaniyekê ragihand, ji destpêka operasona Mûsilê heta niha hejmara kesên ku ji warên xwe koçber bûne gihîştiye 62 hezar û 399 kesan.

Reva sivîlan ji Mûsilê - koçber, penaber,
© AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAYE
26 KOÇBER DI BIN BOMBARDIMANÊ DE MAN

Nûnerê wezareta Iraqê da zanîn ku 26 kesên koçber jî di dema koçberbûnê de li taxên rojhilata Mûsilê yên; Hey Elsîmah, Qadisyeya duyem rûbirûyî bombardimanê bûne û birîndar bûne.

PIRANIYA KOÇBERAN DIÇIN HERÊMA KURDISTANÊ

Li gorî daneyên 11ê Mijdarê yên medya herêma Kurdistanê 45 hezar koçberên Mûsilê derbasî Herêma Kurdistanê bûne û li kampên ku ji wan re hatine çêkirin, bicîh bûne.

Dîsa li gor daneyên Heyva Sor a Iraqê jî hejmara koçberên Mûsilê 80 hezar kesan derbas kiriye.

HERÊMA KURDISTANÊ ALÎKARIYÊ DIXWAZE

Hêjayî bîrxistinê ye herêma Kurdistanê malevanîyê nêzî 2 milyon koçberên KU ji herêmên cuda yên Iraqê ji ber DAIŞê reviyane dike û gelek caran ji civaka navdewletî bangewaziyên alîkariyê bo hewandin û dabînkirina pêwîstiyên koçberan kiriye.

Bi heman mijarî:

Mûsil: 40 sivîl bi stûnên elektrîkê ve hatin daliqandin
Mûsil: 700 terorîst hatin kuştin, 10 tax azad bûn
Di rojekê de 3 hezar û 300 penaber hatin rizgarkirin
Şerma Brîtanyayê ya li hember zarokên penaber: Testa diranan
Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
Etîketan:
Herêma Kurdistanê û koçberên Musîl, Wezareta Koç û koçberiyê ya Iraqê, Hejmara KOçberan zêde dibe, Koçberên Musîlê, Kurdistan, Iraq, Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de