06:22 24 Çile 2018
Zindî
    Hezaza Şêrwanê

    Ji hezaza kaneya Şêrwanê cesedê karkerekî din hat derxistin

    © AFP 2018/ Ilyas Akengin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cesedê karkerekî din ji binê hezaza gundê Madenkoya navçeya Şêrwanê hat derxistin.

    Ji bo xelaskirina karkerên ku di binê hezaza Madenkoyê de mane tîmên AFAD, Xelaskirina Medikal a Neteweyî (UMKE), Heyva Sor û cendirme xebatên xwe didomînin.

    Tîmên lêgerîn û xelaskirinê gihîştin cesedê Şefik Tuncer û ew ji binê axê deranîn. Cesedê Şefik Tuncer ku ji binê axê hat derxistin ji bo karê otopsiyê şandin morga Nexweşxaneya Dewlet a Sêrtê.

    Di binê hezazê de hê cesedê 11 karkeran maye û ji bo ku ev cesed werin derxistin Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, Wekîlê Serokê AFADê Mehmet Halis Bilden û berpirsên Wezareta Enerjiyê bi kordîne xebatên xwe dimeşînin.

    Berî cesedê Şefik Tuncer, cesedê 4 karkerên bi navê Murat Ant, Reşit Can, Abdulbaki Aydin û Ali Sonmezsoy ji binê hezazê hatibûn deranîn.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hezaz ji ber teqandina mayinan çêbû'
    Bi bûyera hezaza Şêrwanê ve eleqedar 6 kes hatin girtin
    Hejmara miriyên di hezaza ku li Çînê qewimî bû de gihîşt 41 kesan
    Li Artvînê metirsiya hezazê
    Li Çînê hejmara kesên ku di hezazê de can da gihişte 18an
    Etîketan:
    UMKE, Waliyê Sêrtê, Rêvebiriya Alîkariya Lezgîn û Afadan a Serokwezîrtiyê (AFAD), Abdulbaki Aydin, Reşit Can, Şefik Tuncer, Murat Ant, Sêrt, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de