12:42 27 Gulan 2018
Rojhilata Navîn

Milîtanan, li rojhilatê Helebê di protestoyan de 17 sivîl kuştin

Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin sivîlên ku daxwaza derketina ji taxên rojhilatê Helebê dikirin û ev yek protesto kirin rastî êrişa milîtanên terorîst hatin. Di êrişê de herî kêm 17 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov, zêdetirî 500 sivîlên ku li taxên rojhilatê Helebê niştecih bûn ji bo ku derkevin li çend noqteyan çalakiyên protestoyî lidar xistin.

Di noqteyeke ku çalakiyên protestoyî dihat lidarxistin de nêzîkî 200 sivîlên ku dixwestin ji herêma rojhilatê Helebê derbasî rojava bibin rastî êrişa milîtanên terorîst hatin.

Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê Îgor Konaşenkov derbarê bûyerê de got: "Milîtanan bi êrişa çekdarî xwepêşandana protestoyî belav kirin, li cihên derketina ji bajêr mayin çikandin û nîşangir li ser avahiyan bi cih kirin. Di êrişa milîtanên terorîst de ku zarokên 13 û 15 salî jî di nav de bûn herî kêm 17 kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar bûn."

Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Milîtanên terorîst ketin pey şopa çalakvanên ku protesto lidar xistibûn û ji wan derdora 10 kes binçavkirin û di heman şeva ku hatibûn binçavkirin de jî ev 10 çalakvan ji terefê terorîstan ve hatin kuştin."

Bi heman mijarî:

Lavrov û Kerry rewşa rojhilatê Helebê axivîn
Koçberên ji Helebê reviyan spasiya Rûsyayê dikin
Artêşa sûrî, li nêzî Helebê baregeheke navendî ya Fetih El Şamê îmha kir
Konaşenkov: "Terorîst, li Helebê milîtanên ku dixwazin teslîm bibin dikuje"
Moskova: "Hê jî me operasyonên hewayî li Helebê pêk neanî ne"
Etîketan:
Milîtanan li Helebê 17 sivîl kuştin, Berdevkê Wezareta Parastin a Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de